Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Piştî hilbijartinê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de ji bo ku li welatê me îstiqrar, pêbawerî û destkeftiyên demokratîk werin parastin, divê hemû partiyên siyasî hesasiyetê bidin nîşan û bikevin bin vê berpirsiyariyê. Ev girîng e."
Daxuyaniya Serokomar Erdogan ya der heqê 2015 Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê li ser malpera fermî ya Serokomariyê hat weşandin.
Erdogan xwest ku encama hilbijartinê ji bo Tirkiye û gel bixêr bibe û wiha dewam kir:
Bilindbûna rêjeya beşdariya hilbijartinê dide nîşan ku xelkê me yê ezîz biryardar ku îradeya xwe di sandoqê de kifş bike û di warê demokrasiyê de hişyar be. Teqdîra xelkê me ji ser her tiştî re ye. Ji encaman diyar e ku tu partî bi serê xwe nikarin bibin îqtidar. Ez wisa bawer dikim ku hemû partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûn dê tabloya mewcûd bi awayekî rast û durist binirxînin.
Piştî hilbijartinê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de ji bo ku li welatê me îstiqrar, pêbawerî û destkeftiyên demokratîk werin parastin, divê hemû partiyên siyasî hesasiyetê bidin nîşan û bikevin bin vê berpirsiyariyê. Ev girîng e. Ez spasiya xelkê me yê ezîz yê ku tewecuhê dengdayînê kir, ya Lijneya Bilind a Hilbijartinê, ya lijeneyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan, ya lijneyên sandoqan û ya hêzên me yên ewlekariyê dikim û ez hêvîdar im ku encamên ji bo welatê me bibin wesîleya xêrê."