Nihat Kavşut
21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi hin rûsipiyên ku ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin ra hat bal hev.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê hevdîtin li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin û Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Kutbettîn Arzu û Misteşarê Pergala Kamuyê û Ewlehiyê Muhammed Dervişoglu di hevdîtinê da hazir bûn.
Hat destnîşankirin ku Erdogan di hevdîtinê da xitabî mêvanan kir û der barê têkoşîna li dijî terorê û pirsgirêkên herêmê da axivî.
Ji bajarên wek Adiyeman, Agirî, Batman, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Hekarî, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Şanliûrfa, Şirnex, Tûncelî û Wanê bi tevahî 61 rûsipî beşdarî hevdîtinê bûn.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî çêbû û teqrîben 11 saet ajot.