21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Wezareta Parastina DYAyê diyar kir ku 12 heb teyareyên A-10 yên Hêzên Hewayê yê DYAyê gihîştin Baregeha Încirlikê.
Rayedarê Pentagonê pirsa nûçegihanê AAyê bersivand û destnîşan kir ku 12 heb teyareyên bi tîpa A-10 Thunderbolt II ji Baregeha Hewayê ya Leşkerî Moodyê ya ku li eyaleta Georgîayê rabûn duh gihîştin Baregeha Încirlikê.
Rayedar diyar kir ku teyareyê di Operasyona Biryardariya Sirûştî da piştgiriyê bidin, heman teyareyê di dewsa 6 teyareyên F-16 ên şer yên ku di tebaxê da ji Avaîanoya baregeha Îtalyayê çûbûn Încirlikê da bixebitin.
Rayedar wiha got: "Tirkiye mitefikekê NATOyê, dostê DYAyê û perçeyekî girîng ê koalisyona navneteweyî ye ku li dijî DAEŞê şer dike. Ji bo êrîşên ji hewayê yên bi destê DYAyê bikaranîna baregehên Tirkiyeyê û alîkariya teyareyan zef girîng e."
Teyareyên bi tîpa A-10ê wek "kujerê tankê" tên zanîn ji bo ku piştgiriyê bidin yekîneyên beja bi taybetî hatin çêkirin. Ev teyare dikarin nimiz û hêdî bifirin, çekên li ser bi îsabet in û taybetî jî dikare êrîşî tank û wesayîtên bizirx bike. Di dema şerê sar da ji bo ku tank û wesayîtên bizirx ên Sowyetan biteqîne bi taybetî hat çêkirin.