17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
ANKARA - BIGRAFÎK
"Projeya Temînkirina Ava KTQByê" ya ku hewcedariya ava 50 salî ya Qibrîsê yê bibîne wek "Projeya Sedsalê" tê nîşandan. Bi vê projeyê wê avê ji Bendava Alakopruyê ya ku li ser Çemê Anamûr Dragonê ye 75 milyon mêtrekup avê bi boriyên ku di binê avê da hatine bicîkirin va bibin Bendava Gêçîtkoyê ya ku li Gîrneyê hat çêkirin.
Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo "çareserkirina kêmasiya ava KTQByê va Midûriyeta Gişkî ya Karûbarên Avê ya Dewletê ya Wezareta Karên Av û Daristanê "Projeya Temînkirina Ava KTQByê" amade kir.
Di "Projeya Temînkirina Ava KTQByê" ya ku wek "projeya sedsalê" tê nîşandan da li Alakopruya ku li Tirkiyeyê ye û li Gêçîtkoya ku li Qibrîsê ye bendav motanî ku pîlan dikirin di adara 2014an da hatin temamkirin. Di 7ê tebaxê da jî xebata boriyên binê avê hat temamkirin.
Merasima vekirina projeyê yê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu va bê lidarxistin.
Dirêjahiya Projeya Temînkirina Ava KTQByê 80 kîlometre û 151 metre ye, borî 250 metreyî di binê avê da ne û daliqandî ne, çapa boriyên polîetîlen jî hezar û 600 milîmetre ye.
Sistema boriyên daliqandî li dinyayê cara ewil hat çêkirin, cara ewil di 24ê îlonê da av ji Bendava Alakopruyê sewqî Bendava Gêçîtkoyê ya ku li aliyê Qibrîsê ye kirin. Di salê da yê 75 milyon mêtrekupê avê bê şandin.
Tevahiyê xeta boriyê 107 kîlometre ye, 24 kîlometre li aliyê Tirkiyeyê ye, 80 kîlometre di bin avê da ye û 3 kîlomtre jî aliyê Qibrîsê ye.
Wisa hat pîlankirin ku 38 milyon mêtrekup avê li tesîsa ku bê çêkirin bê parzunkirin ku gel vexwe, 37 milyon mêtrekup avê jî ji bo avdana Deşta Guzelyurtê û Deşta Mesaryayê bê bikaranîn.
Bi projeyê va hewcedariya avê ya Qibrîsê ya 50 salî ewê bê dîtin, zevî baxçeyên wanê bên avdan.
- "Qibrîs canê me ye"
Wezîrê Karên Av û Daristanê Veysel Eroglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku ev cara ewil e ku li dinyayê projeyeke wiha hat çêkirin.
Eroglu destnîşan kir ku hewcedariya herî mezin a Qibrîsê av e û wiha pê da çû:
"Qibrîsa Bakur di nav avê da ye lêbelê hesreta avê ye. Xeyala gelek hikûmetan bû ku ji Tirkiyeyê ava heyatê bişînin Qibrîsê. Me biryar da ku borî li erdê behrê nekevin û bên dardakirin. Şikur ji Xwedê ra ku me projeya xwe temam kir. Qibrîs canê me ye, çi ji destê me bê em ê zêdetirê wê bikin."