17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan wiha got: "Heger ev gel bibe yek, bi hev ra tevbigere, bi biratî bimeşe û bibe Tirkiye, wê hemû astengiyan ji holê rake."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirinê ya projeya avê ya di navbera Tirkiye û Qibrîsê da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku di van rojên dijwar da li welatê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Pirsgirêkên li pêşiya me nîşan didin ku divê êdî em li dora miletekî, alayekê, welatekî û rêgezên dewletekê werin bal hev. Ez wek serokomarê Tirkiyeyê yê ku cara ewil bi raya welatiyan hat hilbijartin ji bo yekîtî, bihevrabûn û biryadarbûna milet hewl didim. Radibin û rûdinin mêze dikî mixalefeta sereke, mixalefeta piçûk dibêjin qesra qaçax. Kevirên qasî qesra qaçax di ser serê we da bikevin. Qesra qaçaxa çi lo. Serokomariya wî welatî bi çêkirina qesra qaçax sûcdar dikin, yaw tiştekê wiha tu dibe?"
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji bo teror ji rojevê derkeve hewl dan û wiha xeberda: "Ji bo ku mijara terorê bi seranser ji rojeva gelê me derbikeve bi rastî me gelek hewl da. Di vê demê da me li hemberî hemû rîskan çavê xwe tarî kir û bi wêrekî gavên ji bo reformên bikok ên dîroka komarê û hemleyên demokratîk avêt. Helbet pirsgirêkên bi sedan sala di carekê da çareserkirin ne mimkun e. Em dizanin ku ew bûyerên terorî yên di demên dawîn da zêde bûn dixwazin me ji armanc û hedefên me yên Tirkiyeyê dûr bixin. Baş bizanibin ku em dikarin ji heqê wan rêxistinên terorê yên ji kaosa li herêma em tê da ne hêz digirin û dixwazin bi êrîşên xwe ve gel û welatê me dikin hedef bên der."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku hin siyasetmedar li gor rêxistina terorê tevdigerin û wiha peyivî: "Siyasetmedarên ku li gor rêxistina terorê hereket dikin û bi zimanê wê êrîşî dewlet û hikûmetê dikin, heta buxtanan dikinin, li ber têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê astenga herî mezin in. Heger partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên meslekî û medya bibin yek, rêxistinên terorê nikarin bombeya biteqînin û heta nikarin patpatokê jî biteqînin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku nahêlin li Tirkiyeyê siyaseta xizmetê were kirin û wiha xeberda: "Her hewldana ku Tirkiyeyê ji siyaseta xizmetê dûr dixe, li dijî pêşeroja gel û welatê me derbeyek e. Bala xwe bidinê çi çaxê Tirkiye di warê demokrasî û aboriyê da pêş dikeve, astengiyên wiha derdixin. Carna bi terorê û carna jî bi tevliheviyên civakî rojeva welatê me diguherînin û ji armancên neteweyî dûr dixin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku teror astengiyan derdixe û wiha got: "Ji bo xatirê Xwedê tu bi terorê va kirina siyaseta nasnameyê meriv dikare van veberhênanan bike? Bi kesên ku di kuçe û kolanan da bi wesayîtên şaredariyan va hendekan vedidin va meriv dikare xizmeta gel bike? Ez ji we dipirsim. Roja 1ê mijdarê nirxandina vê ye, ez dixwazim bi bîra we bixim. Ji bo vê divê hûn jî bizanibin ku wezîfeya li ser me çiqas giran e."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe wiha got: "Xebatên ku di dema serokwezîriyê xwe da me dabûn destpêkirin îro temam dibin. Me jî ji Tirkiyeyê av hilda û gihande Qibrîsê. Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ewê 50 salî kêmsiya ava vexwarin û avdanê nekişîne."
Serokomar di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Me duh li esîmanan şahidiya serkeftineke mezin kiribû. Em îro jî ji bo şahidiya serkeftina li binê ava Behra Sipî bikin li vê derê ne. Vî gelî ji ser erdê ra keştî kaş kir. Vî gelî bi binê geliyê Stenbolê da Marmaray çêkir. Hemd ji Xwedê ra nika bi xeta 107 kîlometreyî ya binê Behra Sipî va avê dişînin Qibrîsa Bakur. Heman milet sala pêşiya me di binê ava geliyê Stenbolê da tunêla Avrasyayê çêdike. Heke ev mileta bibe yek, xurt be, bi biratî bimeşe tengasiya ku çareser neke tune."