ŞANLIURFA
Li Siwerega navçeya Rihayê hilberînerên guldexwînên ku wekî "bûka digirî" tên binavkirin, ji bo firotinê bazarê nabînin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li benda arîkariyê ne.
Guldexwîn li herêma Qerejdaxa ku bilindahiya wê hezar û 900 metro ye û 50 kîlometro dûrî navçeyê ye di meha adarê de vedibin. Guldexwîn digel ku nebateke xemlê ye di heman demê de jî di pîşesaziya dermanan de jî tê bikaranîn. Cotyar li herêmê 3 cureyên guldexwînan diçînin û ji ber ku nikarin berên xwe bifroşin zehmetiyê dikişînin.
Serokê Yekîneya Hilberînerên Kulîlkên Sirûştî yê Siweregê Sedat Kiran daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê di salekê de dora milyonekî hilberîna pîvazên guldexwînan dikin.
Kiran diyar kir ku dahata ekonomîk a guldexwînan zêde ye û got di van demên dawîn de guldexwîn li Hollandayê tên çandin û ev yek jî hilberînerên herêmî dixe nav zehmetiyê.
Kiran qal kir ku di mijara bazariyê de ji rayedaran arîkariyê dixwazin û wiha axivî: "Me ji bo ku em piştgiriyê bidin herêma ku piraniya kesên wir karkerên berwext in, teşebûs kir. Li herêmê bi agahiya Şûbeya Parastina Nebatan a Misûriya Bajêr a Ajalvanî û Çandiniyê 150 cotyarên me li qadake 200 dekarî de çandinî kir. Di baxçeyên xwe de pîvazên guldexwînan diçînin û piştgiriyê didin aboriya malbatên xwe lê belê em zehmetiya bazarê dikşînin. Em dixwazin ku şaredariyên herêmê û parlementer di vê mijarê de piştgiriyê bidin. Em ji bo ku pirsgirêk bê çareserkirirn li bendê ne ku şaredarî û kesên ku xebatên peyzajê dikin piştgiriyê bidin."
Kiran got heke şaredarî piştgiriyê bidin dê li herêmê ji bo hezaran kesî derfeta kar çêbe.
- "Tekane derfeta me ew e ku şaredariyên herêmê berhemên me binirxînin"
Serokê Odeya Zireatê yê Siweregê Cuma Polatoglu jî got ku heke piştgiriyê bidin cotyarên ku li herêma Qerejdaxê çandiniya pîvazên guldexwînan dikin dê welatî ji aliyê aboriyê ve bigihêjin gumrahiyê.
Mehmet Yildizê ku li Taxa Otluyê cotyariyê dike got ji ber ku herêm volkanîk û û bi kevir e debara xwe tenê bi guldxwînan dikin. Yildiz qal kir ku li ser 30 donimî çandiniya guldexwînan dike û wiha axivî: "Piraniya kesên ku li herêma me dixebitin, wek berwext di karên çandiniyê de dixebitin. Ez li ser 30 donimî çandiniya pîvazên guldexwînan dikim lê belê nikarim bifroşim. Tekane şensê me ew e ku şaredariyên herêmê berhemên me binirxînin."