ÇANKIRI
Li Çankiriyê pîrejinek û kalemêrek ji ber xaza karbonmonoksîtê ya ku sobeyê derket bi jehrê ketin û mirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, cîranan dît ku demeke dirêj e ji Mahir Kisayê 75 salî û jina wî Hacer Kisaya 74 salî tu deng û his dernayê û li ser vê cab şandin û gazî zarokên wan kirin.
Zarokên wan derî şikand û ketin hundir û dîtin ku dê û bavê wan mirine, li ser vê bilez gazî tîmên tendurîstiyê yên Serwîsa 112ê kirin.
Tîmên tendurîstiyê hatin malê û tespît kirin ku her du jî ji ber xaza karbondîoksîtê ya ku ji sobeyê derketiye bi jehrê ketine û mirine.