ANKARA
Serokomar Abdullah Gul telefonî Fûad Mehsûmê ku bû Serokomarê Iraqê, kir û ew pîroz kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn Gul, li ser telefonê got ku serokomariya Mehsûm dê piştgiriyê bide ewlehî, îstiqrar û refaha Iraqê. Gul da zanîn ku Tirkiye dê heyama bê de jî têkoşîna bi terorîzmê re jî di nav de bi hemû derfetên xwe dê di her qadê de hevkariya xwe ya bi Iraqê re berdewam bike. Gul Mehsûm vexwend Tirkiyeyê.
Serokomarê Iraqê Mehsûm jî got ku Serokomar Gul beriya her kesî telefonî min kir û ez pîroz kirim û Mehsûm kêfxweşiya xwe ya der barê vê yekê de anî ziman. Mesûm got ku ez girîngiyê didim têkiliyên bi Tirkiyeyê re û diyar kir ku dê maweya peywira xwe de van têkiliyan ji ewlehî, aborî û heta çandê di her qadê de pêş ve bixin.