Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Ji bo hevserokê ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de meriv derxistin ser kolanan û bû sedema mirina 50 kesî wekî hunermendê tirkî û barê bidin bazarkirin, heya ku ji wan tê dixebitin. Tembûrê didin destekî wî û mîkrofonekî jî didin destê din. Êdî me ev jî dîtin. Elîtên li Stenbolê yên ku heya niha ji devê wan der heqê siberoj, bawerî, çand û dîroka birayê min ên kurd de yek gotinek derneketiye, ji bo ku bendê derbas bike seferber bûne."
Serokomar Erdogan li Îdirê li Meydana Şaredariyê xîtabê gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Îdiriyên xoşewîst, birayên min ên hêja, ez we bi hestên xwe yên herî jidil, bi hesret û mihebet silav dikim."
Erdogan bangî kesên dildarên MHP, CHP û HDPyê kir û wiha axivî: "Bi taybetî ez bangî birayên xwe yên kurd dikim: 7ê hezîranê dê bibe pêngava vî welatî. Ez wekî Serokomar li cem milet im. Mesafeya min a li cem partiyan wekî hev e. Peywira min ew e ku ez li cem miletê xwe bim. Milet ev peywir ji bo vî da min. Ez mecbûr im ku vê rastiyê bêjim."
Erdogan got ku li vî welatî wan Pêvajoya Çareseriyê da destpêkirin û wiha pê de çû: "Me ewil got, 'rêvebûna demokratîk'. Dû re me jê re got, 'yekîtiya milî û biratî'. Piştre jî Pêvajoya Çareseriyê... Ji ber ku tenê miletê me xwest, me Pêvajoya Çareseriyê dest pê kir."
Erdogan wiha dewam kir:
"Birayê min ê li Diyarbekirê çiqas xwedî li Pêvajoya Çareseriyê derket, ewqas jî birayê min ê li Trabzon û Konyayê xwedî lê derket. Pêvajoya Çareseriyê bereqsê rêxistina cudaxwaz û partiya li dû wê gîhaşte van rojan. Va ye rêxistina cudaker li Şirnex û Hekariyê welatiyên me kuştin. Li herêmê li dijî buroyên hilbijartinê, wesayît û namzedên partiya îqtîdarê bi hezaran êrîş çêbû. We qet bihîst ku yek ji van hevserokan derket û ev êrîş şermezar kir? Hêza xwe ji wir distîne. Berevajê vê di her firsendê de milet bi şer, xwîn û kaosê ve tehdît dikin."
Erdogan diyar kir yê ku di 6-8ê Cotmehê de xelk derxist ser kolanan bû sedema mirina 50 kesî û wiha pê de çû:
"Aniha jî vî wekî hunermendê tirkî û barê didin bazarkirin, heya ku ji wan tê dixebitin. Tembûrê didin destekî wî û mîkrofonekî jî didin destê din. Êdî me ev jî dîtin. Elîtên li Stenbolê yên ku heya niha ji devê wan der heqê siberoj, bawerî, çand û dîroka birayê min ên kurd de yek gotinek derneketiye, ji bo ku bendê derbas bike seferber bûne. Tarîtiyên ku xwe wekî ronakbîr didin nîşan hene. Ev ronakbîrên çi ne? Li vî welatî kesên ku bûn sedema mirina 50 kesî meriv ji wan re dikare bêje ronakbîr? Meriv dikare kesên ku Yasîn Boru ji qata sisêyan avêtin, kêr kirin û bi erebeyê ser re derbas bûn û ew şehîd kirin re bêje ronakbîr, meriv dikare ji bo kesên ku piştgiriyê dide van bêje, 'ronakbîr'? Hûnê ji vî re çi bêjin? Tarît. Ez eşkere dibêjim. Ev ji serê kaniya xwînê avê vedixwin. Karê ku dikin ev e."