12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Hin welatiyên ji Kayapinara navçeya Diyarbekirê îdia dikin "ji ber ku ray nedane HDPyê şaredariya mezin dixwaze dest dayne ser eraziyên wan."
Li taxa Talaytepeyê di çarçoveya projeya "Daristana Bajêr" da xebatkarên şaredariyê daran datînin û hin welatî jî îdia dikin ku "di eraziyê wan da dar tên danîn" û bertekê nîşan didin.
- "Şaredarî dest datîne ser eraziyan"
Ji welatiyan Yasîn Bakir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got em ji xebata şaredariyê aciz in.
Bakir destnîşan kir ku şaredarî dest datîne ser eraziyan û wiha got: "Ev erazî ji bav û kalên me maye. Ev erazî di sala 1945an da hatiye kirîn û di destê me da peymana kirînê heye. Di sala 1969an da ji ber xeletiya kadastroyê ji eraziyê 13 hezar donimî tenê 850 donim dan me. Ji bo yê din jî mehkeme dewam dike. Di sala 2010an da 2 hezar û 10 donim dan weqfekê. Mehkemeya bi Midûriyeta Emlaka Neteweyî ra dewam dike û şaredarî dixwaze dest dayne ser eraziyên me."
Bakir diyar kir ku di sala 1985an da li ser vê qadê 50 avahî çêkirine û wiha got: "Ji ber ku dikeve ber projeya Daristana Bajêr şaredarî dibêje ez ê avahiyan xera bikim û perê xerakirinê jî bidin."
- "Ji ber ku me ray nedaye ev pirsgirêk derdikevin"
Bakir destnîşan kir ku elemanên şaredariyê di zeviyên me da dixebitin û wiha dewam kir: "Zirareke mezin dan dexl û denên me. Jixwe ji me ra xizmetê nakin. Ji ber ku me ray nedaye wan ev pirsgirêk derdikevin."
Bakir diyar kir ku divê mifetiş bên wezîfedarkirin û mesele were çareserkirin.
- "Mesele ji ber rayan derdikeve"
Mehmet Bakir jî destnîşan kir ku ji ber raydayînê ev mesele derdikeve û wiha xeberda: "Ji ber raydayînê ev mesele heye. Ev gundê me ye. Me ev erazî ji mitehît û kesên din parast. Niha jî şaredarî dixwaze ji me bistîne."
- "Em tiştekî bêhiqûq nakin"
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Abdullah Sevinç jî destnîşan kir "îdiayên ku şaredarî dest datîne ser eraziyan rast nînin."
Sevinç diyar kir ku qismekî eraziyê ku tê da xebat hene li gor plana îmarê ji TOKÎyê hatiye wergirtin, qismekî din jî kirin malê kamuyê û wiha got: "Em tiştekî bêhiqûq nakin. Heger tiştekî bêhiqûq hebe, bila herin serî li Mehkemeya Îdareyê bixin û xebatan bidin sekinandin."
Sevinç destnîşan kir ji ber ku xebat li gor hiqûqê ye polês jî li qada xebatan ewlehiyê pêk tîne.