12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
ANKARA
Partiyên siyasî yên kurd dixwazin ku vê heyama nû de ji bilî HDPyê, hêzên siyasî yên din jî bibin muxatabê pirsgirêka kurd.
Avakerê Giştî yê HUDA-PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku heke bixwazin di pêvajoya çareseriyê de encamek derkeve holê, divê partiyên siyasî yên kurd ên ji bilî HDPyê muxatab bên dîtin.
Yilmaz got ku wek partî ew amade ne ku fedakariyê bikin û wiha axivî: "Ji bo ku îadekirina mafên demokratîk muxatabê rastîn kurd û nûnerên wan in. Bi taybetî ji bilî PKKyê divê fikra aliyên din bê guhdarkirin. Di serî de HUDA-PAR û HAK-PAR hene. Ev dijî siyaseta PKKyê siyasetê dikin û dibêjin ku divê çareseriyeke bêçek çêbibe. Me der barê pêvajoya çareseriyê de berê raporeke berfireh amade kiribû. Ji bo ku di pêvajoyê de tesîra me hebe, em dixwazin bi rayedarên hikûmetê re bên li cem hev. Em amade ne ku xwe bidine ber vî barî."
- Heke bibêjin 'werin' em amade ne
Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Arif Sevînç jî got ku ew dixwazin pêvajoya çareseriyê dewam bike û ji bo vê çi hewce bike ew ê piştgiriyê bidin.
Sevînç wiha axivî: "Dema behsa çareserkirina pirsgirêka kurd bê kirin, muxatap PKK nîne, muxatab kurd in. Muxatab partiyên siyasî, rûspî, saziyên civakî yên sivîl in ku di vê mijarê de gelek ked dane. Heke bibêjin 'werin em vî karî bi hev re bikin' HAK-PAR amade ye."
- Em ê piştgiriyê bidin pêvajoyê
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Beşdar (KADEP) Nîzamettîn Maskan jî got ku di heyama nû de divê partî wek muxatab bên dîtin û wiha axivî: "Em dixwazin ku siyaseta kurd ya ku em jî di nav de ne wek muxatab bên dîtin. Ji bo piştgiriyê çi hewce bike em ê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Heyeteke ku ji partiyên siyasî yên kurd, rûspî û aliyên cuda pêk tê wê vê mijarê çareser bike."
Maskan anî ziman ku divê tevgerên siyasî jî bibin xwedî gotin û wiha dewam kir: "Heke pêvajoyeke der barê kurdan de tê meşandin, helbet divê tevgerên siyasî û demokratîk jî bibin xwedî gotin. Heke wiha be piştgiriya civakî wê zede be."
- "HDPyê derfeta ku kete destê wê baş bi kar neanî"
Endamê Lijneya Rêvbiriya Giştî ya Tevgera Azadiyê Yavuz Delal destnîşan kir ku heke tevgerên ji bilî HDPyê wek muxatab bên qebûlkirin, pêvajoyê bi leztir bigihêje encamê.
Delal got ku kurdan di 7ê hezîranê de rayên xwe dane HDPyê ku pêvajoya çareseriyê dewam bike, lê HDPyê ev berpirsyarî baş hilnegirt û wiha axivî: "HDP kete bin tesîra çepkirên marjînal, bû berdevkê muxalefeta kesên li dijî AK Partiyê. Halbihal daxwaza kurdan ne ev bû. HDPya ku bi piştgiriya kurdan kete meclisê bi îradaye hinekên din tevgeriya."
Delal got ku heke hemû aliyên kurd ji bo îstişareyê muxatab bên qebûlkirin PKKyê qels bibe û wiha dewam kir: "Bi vî awayî PKKya ku guh nade îradeya kurdan jî wê nikare li gor kêfa xwe tevbigere. Lewra wê bizanibe ku zexta civakî li ser wî ye."