KARS
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê xwediyên hespan ji bo ku hesp serma nekin di tewlan da sobê dadidin.
Li navçeyê germahiya hewayê carna di bin sifirê da dadikeve 20 pileyan, ji ber vê jî xwediyên hespên tawikê û paytonê ji bo hespên wan serma nekin di tewleyan da sobê dadidin.
Şenay Vanliyê ku li taxa Yeniyê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo hesp serma nekin di tewlê da sobê dadidim.
Vanli destnîşan kir ku derba xwe bi hespê dike û wiha got: "Ji ber vê jî divê hesp serma neke. Hewa sar e û tewle germ nabe. Ez him hespa xwe dinixumînim û him jî di tewlê da sobê dadidim. Lewra debara min jê hespê tê, loma jî divê wekî çavê xwe lê binihêrim."
Vanli diyar kir ku rojên sar sobê dadidim û got xwediyên heywanan ên din jî wiha dikin.