Li Cizîra navçeya Şirnexê bombeyek avêtin malekê. Bombeya ku li pacê ket, teqiya û xisar da malê.
Mala ku li taxa Kaleyê, kuçeya Şenê ye, 3 qat e û aîdê Emîn Î.ye bombe avêtin qata yekemîn. Bombe bi destê kesekî ku nasnameya wî hê ne diyar e ve hatiye avêtin û dema ku bombe avêtiye malê, kes di malê de tunebûye. Bombe li pacê ketiye û teqiyaye. Di teqînê de tiştek bi kesî nehatiye, lê malê xisar hildaye.
Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê, tevdîr hilda. Ji bo gumanbar bê girtin, xebat dan destpêkirin.