VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê zivistan zehf zor derbas dibe. Heywandarên ji gundê Kalkandelenê ji bo alifê heywanan bi kelakan derdikevin Gola Qazan û ji golê çêreyê berhevdikin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê zivistan zehf zor derbas dibe û ji bo welatiyên dibe wek derdekî. Welatî hawînê heywanên xwe li zozan û qişleyan diçêrînin û zivistanê jî heywanên xwe di tewleyan da xweyî dikin û alif didin wan. Heywandar havînê ji bo heywanan gihê diçinin û kayê amade dikin û zivistanê didin xwarin.
Li Çaldiranê germahiya hewayê heta di bin sifirê da 30 pileyî dadikeve û zivistanê jiyan zehf bi zehmet e. Heywandarên li navçe û gundên navçeyê bi hin rêyên din jî heywanên xwe xweyî dikin.
Li gundê Kalkandelena ku 7 kîlometreyî dûrî navçeyê ye welatî ji bo ku heywanên xwe xweyî bikin di hewaya sar da destê sibê diçin Gola Qazan.
Gundî tu dibêjî "Eskîmo"yên ku ji qutiban hatine dikevin tevgeran, 3 kîlometre rê dimeşin û xwe digihînin Gola Qazan.
Medeg û gamêş li vê derê dikevin golê û diçêrin, gundî jî bi kelekan va li ser golê diçin û çêreya ter ji golê derdixin ji bo heywanên xwe tînin rexê golê.