Li Wanê welatî di eydiya remezanê de ji bo hênîk bibin diçin Sûlava Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê. Welatî li vir ji bo xwe hênîk bikin, dikevin avê û kêf dikin.
Tûrîstên biyanî û xwemalî yên ku tên herêmê, eleqeyeke mezin nîşanî sûlavê didin. Ziyaretvan him wêne dikşînin û him jî dikevin ava Sûlava Muradiyeyê.
Ziyaretvan di avê de soberî dikin û hênîk dibin.