Di qezaya trafîkê ya ku li Sêrtê qewimî de bav û du kurên wî mirin 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan wesaîta ku Ekrem Karanfîl diajot li ser kîlometreya 8emîn a rêbeja Şîrvan-Sêrtê gindirî şerampolê. Hat ragihandin ku malbat ji navçeya Şîrvanê ji eydaniyeyê vedigeriyan.
Di qezayê de Ekrem karanfîl û zarokên wî Tahîr û Asim Karanfîl li cihê bûyerê can dan.
Ayşe Tulîn, Aslim û Şeyma Karanfîl a ku di qezayê de birîndar bûn jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.