14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê ye.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun der barê tevdîrên ku ji bo hilbijartina 1ê mijdarê hatin girtin da got, "Ji bo ku spekulasyon dernekevin em hewl didin. Bi taybetî em dixwazin ku kontrolên pîlankirî bi kontrolên zindî va kêm bikin. Dema ku xetekê kontrol bikin em şartêlê qasî 4-5 saetan digrin û kablo û dîregên li wê derê diguherînin. Ji ber ku di wê demê da em ceyranê dibirin gelê wê derê bê ceyran dimîne. Ji bo ku pirsgirêkên wiha dernekevin em derbasî kontrolên zindî dibin."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun, "10 roj beriya hilbijartinê emê hemû betlaneyên xebatkarên xwe betal bikin. Ekîbên me yên temîr û nêrînê wê amade bibin. Bi taybetî jî li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê emê tevlî esker û polêsan bixebitin. Roja yekşemê li ser vê mijarê me li Aksarayê civînek kir. Wezîrê Karên Navxweyî birêz Selamî jî wê bihata vê civînê lê ji ber ku li Enqereyê ew çalakiya terorî qewimî nehat. Em tewdîrên herî berfireh digirin."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun got, "Pîlan dikin ku santrala nukleerê ya 3yan li Îxneadaya herêma Qirxlareliyê bê çêkirin. Hevdîtinên bi saziyan ra hê dewam dikin."