Haydar Şahin
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 18 Hezîran 2019
Serokatiya Karûbarên Diyanetê ji bo wefata Mihemed Mursî ew ê îro li hemû mizgeftên navendî nimêja cinaze ya xiyabî bide kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, Alî Erbaşê Serokê Diyanetê ji hemû miftîtiyên li navçe û bajarên nav welêt ra nivîs şand ku nimêja cinaze ya xiyabî were kirin.
Nimêja cinaze ya xiyabî ew ê îro li hemû mizgeftên navendî yên li welêt piştî nimêja nîvro were kirin.
Di nimêja cinaze ya xiyabî ya li Mizgefta Hecî Bayram da Erbaşê meletiyê bike.