VAN
Ji bo leşkerên ku li Daglicaya Hekariyê di êrîşa rêxistina terorê da cangorî bûn bi beşdariya Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Wanê merasim hat kirin.
Serokwezîr Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdî Gonul, Serokê Sererkaniyê Hulûsî Akar, Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul, Walî Îbrahîm Taşpayan û fermandarên artêşê beşdarî merasimê bûn.
Merasim bi rêzgirtinê dest pê kir û peyra jiyana cangoriyan hat xwendin.
Di merasimê da Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dia kir û piştî axaftina Serokwezîr Davutoglu cinazeyê 5 cangoriyan bi balafira leşkerî şandin Enqere, Manîsa, Mugla û Qersê.
Cinazeyê 6 cangoriyan ber destê sibehê şandin Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê, 5 cinazeyên din jî wê piştî merasimê bişînin bajarên wan.