Önder Beyter
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 parêzgehan hişyariya taviyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê germahî dê di asta demsalê da be.
Li herêmê ba dê ji başûr û rojavayê başûr nerm, car carî jî nîveqewî rabe û herwiha li rojhilatê bakurê Erziromê, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê jî taviya binavber û birqonek dê rabe.
Li herêmê bi şev pileya herî nizim a germahiya li Qersê 1, li Erdexanê 2, li Erziromê 3, li Agiriyê 4, li Erzinganê 6 û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Herwiha li herêmê nava rojê jî tê pêşbînîkirin ku germahî dê li Îdirê 27, li Erzinganê 22, li Agiriyê 20, li Erdexanê 19 û li Qers û Erziromê jî 17 pile be.