26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Derket holê ku rayedarên îstixbaratê çend meh beriya Şûra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) hişyarî daye Sererkaniyê.
Di rapora ku ji karargahê ra hatiye şandin da, albay û generalên ku li benda terfiyê ne, ji sê para parekê wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahçi (FETO) ra têkildar in. Piştî raporê der heq navên tesbîtkirî da xebatê dest pê kiriye. Tê texmînkirin ku endamên rêxistinê dêna xwe danê ku piştî YAŞê wê ji nav TSKyê werin tasfiyekirin, hewla derbeyê dan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, piştî ku derket holê lêpirsîna Ergenekonê kûmpaseke FETO ye, yekeyên îstixbaratê fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ji nêz va şopandin. Di meha adarê da lêkolîneke berfireh dest pê kir û derket holê fermandarên ku li benda biryarên YAŞê ne, ji sê para parekî wan bi FETO ra têkildar in. Rayedarên îstixbaratê lîsteya ku amade kirin, bi rêya fermî ji Qerergeha Sererkaniyê ra şand.
Rayedaran got, piştî hewla derbeyê di lêpirsînan da ji sûbayên payebilind ên ku di çarçoveya lêpirsînê da hatin binçavkirin, jê 100 kes navê wan di wê lîsteya ku wan ji Sererkaniyê ra şand da heye. Ev jî rapor mafdar derxist.
Rayedaran ragihand, heke li qerergehê zafiyeta ewlehiyê çênebûya, fermandarên ku endamê FETO ne, wê piraniya wan di YAŞê da bihata tasfiyekirin.