ANKARA
Ji bo Serokomarê 9emîn Suleyman Demirel ê ku mir merasima ewil li Kuçeya Gunîzê li ber derê mala wî hat kirin.
Darbesta Demirel ya ku alaya Tirkiyeyê lê pêçandî bi wesaîta eskeriyê ve ji Nexweşxaneya Guvenê anîn ber derê mala wî. Hezkirên Demirel ên ku ji serê sibehê de li ber derê wî kom bûbûn di dema anîna cinaze de tekbîr anîn.
Beriya hatine cinazeyê Demirel li kuçeya Gunîzê ava gulan wer kirin û pelên gulan avêtin ser miafeya Demirel. Di destê eskerên ku li pêşiya cinaze meşiyan de wêne û nîşaneyên Demirel hebûn.
Ji bo Demirel dia hatin kirin û ji kesên li wê derê hat xwestin ku bila heqê xwe helal bikin.
Piştî merasimê cinazeyê Demirel birin Meclisê û wê ji wê derê jî bibin Mizgefta Kocatepeyê, nimêja cinaze bê kirin û cinazeyê bi balafirê ve bibin Ispartayê.
Sibê jî di Gora Bîrdariya li Girê Çalcayê ku hatibû amadekirin de bê veşartin.