ANKARA
Civîna ewlehiyê ya ku di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de li Enqereyê hat kirin, qediya.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Arîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz û burokratên eleqedar beşdarî civînê bûn û civînê bi qasî saet û nîvê berdewam kir.
Civîna ku ji bo çapemeniyê girtî bû li Qesra Serokomariyê hat kirin. Hat ragihandin ku di civînê de li ser rewşa penaberên ku ji ber geşedanên li sînorê Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê û mijarên ewlehiyê sekinîn.