17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ANKARA
Serokê Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî ya Serokwezîriyê (TOKÎ) Ergun Turan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo penaberên sûriyeyî hêvî ne.
Turan diyar kir, wan û AFADê bajarên konteyner û konbajar ava kirin û li van deran binesazî û tefrîşata sosyal kir. Turan got ku wan li Herrana Şanliûrfayê 2 hezar, li Oncupinara Kilîsê 3 hezar û 311, li Elbeyliya Kilîsê 3 hezar û 592, li Beydagiya Malatyayê 2 hezar û 83 û bi tevahî 10 hezar û 986 konteyner û li Sirûca Şanliûrfayê jî du konbajarên ku ji 7 hezar çadiran pêk tê, ava kirin.
Turan destnîşan kir, ew wek Îdareya Avahiyên Komî înşaata sê bajarên konteyneran didomînin û wiha dewam kir:
"Li taxa Dutlubahçeya navçeya Yayladagiya Hatayê ji bo 4 hezar, taxa Boynuyoguna navçeya Altinozuyê 10 hezar û li li gundê Sîvrîcehuyuka navçeya Dulkadirogluya Kahramanmaraşê ji bo 25 hezar kesan sê bajarên konteyner tên çêkirin û înşaata wan dewam dike. Heke bajarê konteynerê temam bibe wê ji tesîsa Elbeyliyê jî mezintir bibe."