08 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak di merasima îmzeyê ya peymana krediyê ya 400 milyon lîreyî ya BOTAŞê ya Projeya Xeta Boriya Xaza Siruştî ya Anadolu Transê (TANAP) ya Bankeya Dinyayê de axivî.
Albayrak got ku îmzeyên ku îro di çarçoveya projeyê de hatin avêtin ne tenê ji bo piyaseyên aboriyê di piyaseyên fînansê de jî pêwîst in û wiha dewam kir: "Îro proje tên îmzekirin. Em hemû jî zanin vejen ne tenê ji bo Tirkiyê herwiha ji bo herêm, dinya û piyaseyên kurewî yên dinyayê çiqasî giring e."

Albayrak wiha dewam kir: "Saleke din em ê înşallah TANAPê vekin û xaza ewil em ê bikirin. Niha em ji bo 400 milyon dolarî fînansmanê bi Banqeya Dinyayê re hatin balhev. Emê roja înê, bi beşdarbûna Serokomarê me, merasime xaza ewil ya tesîsên depokirinê bidin destpêkirin."
Ji TANAPa ku dirêjiya wê bi tevahî hezar û 850 kîlometre ye wê di sala 2018an da cara ewil xazê bidine Tirkiyê.
Hedefa wan ew e ku di sala 2020î de xazê bidine Ewropayê.