24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Sîlopiya navçeya Şirnexê operasyonên dijî rêxistina terorê didomin û li vir ji bo ku welatî mexdûr nebin, pakêtên zadê li welatiyan hatin belavkirin. Li navçeyê 119 kes li ser daxwaza wan, li bal herêmên ewladar hatin cîguhastin.
"Operasyona Polêsê Şehîd Muhammet Onur" a ku li Sîlopiyê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û unsûrên emniyetê tê lidarxistin, dewam dike.
Li navçeyê îlankirina qedexeya derketina derva ya ji ber ewlekariya can û malê welatiyan dewam dike û ji bo ku gelê navçeyê mexdûr nebe hin tevdîr tên standin. Di vê çarçoveyê da pakêtên zadê yên ku ji aliyê Qaymeqamtiya Sîlopiyayê hatin amadekirin, li hin taxan li welatiyan hatin belavkirin.
Ekîbên polêsan pakêtên zadê kirin wesayîtên bizirx û li taxa Cûdiyê mal bi mal geriyan û pakêt teslîmî malbatan kirin. Polêsan daxwazên welatiyan jî guhdarî kirin û ji nêzîk va bi zarokan ra eleqedar bûn. Hêzên ewlekariyê yên ku bi zarokan ra sohbet kirin, ava fêkiyan û kek dan wan.
- Welatiyê kal ji polêsan ra dia kir
Digel vê, ekîbên polêsan destê xwe dirêjî kesên ku li 155ê geriyan û daxwaza alîkariyê kirin jî kir. Li navendê yek bi yek guhdariya daxwazan hat kirin û ekîbên li ser kolanan hatin agahdarîkirin. Wesayîtên ku tê da pakêtên zadê hene, çûn ber adrêsên navborî û pakêt teslîmî malbatan kirin.
Polêsan alîkariya kesên ku ji ber sedema ewlekariyê xwestin malê xwe biterikînin jî kirin. Di vê çarçoveyê da 119 kesên ku nêzîkî ciyên pevçûnan in, li ser daxwaza wan, li bal herêmên ewladar hatin cîguhastin. Di vê navberê da welatiyekî kal ji bo alîkariya wan spasiya polêsan kir. Polês jî destê mirovê kal maç kir û jê re got ku dê wî bibin ciyekî ewledartir.
- Teqemenî ji holê tên rakirin
Di "Operasyona Polêsê Şehîd Muhammet Onur" a ku li Sîlopiyê dewam dike de, hêzên ewlekariyê hin kolanên ku lê terorîst hene, kirin kontrola xwe û gelek barîkat ji holê rakirin.
Hêzên ewlekariyê yên ku bi awayekî pir baldar di nava kolanan da bi pêş de diçin, teqemeniyên ku bi destê terorîstan hatine çalkirin jî îmha kirin. Hêzên ewlekariyê li taxa Cûdiyê li ser rê teqemeniyeke xumalî tespît kirin û piştî ku tevdîrên hewcedar standin, teqemenî îmha kirin.
- Roketa antîtank
Hêzên ewlekariyê li malên ku hatin tespîtkirin endamên rêxistinê lê mane, lêkolîna xwe kirin û di encamê da li taxa Karşiyakayê tifing, demançe û fîşengên van çekan hatin dîtin.
Herwisa li taxa Başakê jî di malekê da tevî serê roketên antîtank, serê roketan û tifing hatin qefaltin.