24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ÎZMIR
Li Dîkîliya navçeya Îzmirê li taxa Bademlerê keştiya penaberan binav bû, 18 kes mirin û 21 kes jî ji behrê hatin xilaskirin. Di bûyerê de 2 kes jî winda bûn.
Tîmên Fermandariya Hêzên Qeraxê li ser îxbarekê çûn cihê bûyerê. Tîman ji keştiyê 21 kes xilas kirin û cesedê 18 kesan dîtin. Ji bo 2 kesên winda bên xilaskirin jî xebat dewam dikin.