19 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum da zanîn ku ji bo 50 hezar xaniyên ku dê pêşiyê bên çêkirin 250 hezar serîlêdan çêbû.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum bo avahiya li Kartalê hilweşiya wiha got: "Em li ciyê wê avahiyeke 5 qatî çêkin. Hefteya bê em ê xîmê wê deynin."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum bo aştiya îmarê wiha got: "Em ê jê daneyên girîng hildin û der barê avahiyan da tesbîtan bikin."
"Ez bawerim ku dê gelê me di hilbijartinên di 31ê adarê de jî ligel ewlehî û îstiqrarê be."
Kurum got ku 391 milyon mêtreqare eraziyê çandiniyê bi kirê dan cotkaran, herî zêde li Edene, Hatay, Konya, Îzmir û Muxlayê hatin kirêkirin.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir 10,5 milyon welatiyî ji aştiya îmarê îstifade kir.
"Niha li welatê me 55 hezar kîlomêtreqare cihên tên parastin hene, hedefa me ew e ku em vê heta 2023yan 2 qat û nîvê zêde bikin. Li gor daneyên OECDyî hedefa me ew e ku em derxînin ji sedî 17an."
Wezîr Kurum eşkere kir ku li dora kevirên cinan ji 100î zêdetir avahiyên qaçax xirab kirin, 195 avahiyên din dê bên xirabkirin.
"Em ê destûrê nedin ku tu kes zirarê bide dîrok, çand û qadên me yên sît ên siruştî."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum da zanîn ku dê Baxçeya Gel a AKMê ya Enqereyê di sala 2020î da ji bo xizmetê bê vekirin.
Kurum bo îcarekirina eraziyên çandiniyê da wiha got: "Ev 218 hezar welatiyî eleqedar dike û qederê 180 hezar cotkar jê îsitfade kirin."
"(Xaniyên civakî) Ji bajarên Stenbol, Bursa, Konya, Îzmir, Erzirom û Edeneyê gelekî daxwaz heye. Wisa dixuyê ku em ê giraniya xwe bidin van bajaran. Heke ji 250 hezarî zêdetir daxwaz çêbe jî em ê vê pêk bînin, wek dewlet berpirsyarî û peywira me ev e."
Wezîr Kurum da zanîn verastkirinên ku dê di rêvebernameya der barê wesayîtên bi LPGyê bikarin bikevin cihên girtî da verastkirinan bike ji nîsanê pê ve bikeve meriyetê.
"(Avahiyên ku dê bikevin nav veguherîna bajêr) Li gor tespîtên me 6,7 milyon cihên serbixwe yên divê ku heta 2023yan veguherîna wan bê kirin hene. Em dikarin bibêjin ku milyon û nîvekê vana bêtir xeternak in."
Wezîr Kurum eşkere kir piştî ku tevdîrên hewce hatin hildan difikirin destûrê bidin ku wesayîtên LPGyî bikarin bikevin otoparkên AVM, otêl û avahiyan.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum eşkere kir ku dê Bankaya Parmendiyê ya Emlakê dê ji 21ê Adarê pê ve dest bi fealiyetên bankavaniyê bike.
"(Bankaya Parmendiyê ya Emlakê) Înşellah ev banka dê hem piştgiriyê bide sektora xeyrîmenqulê hem jî piştgiriyê bide projeyên veguherîna bajêr"
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum da zanîn ku bi pergala koda QRyê heta îro miameleya 200 hezar tapuyê hatin kirin.