Civîna pêvajoya çareseriyê ya ku li Avahiya Navend a Serokwezîriyê di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de dest pê kiribû kuta bû.
Civînê 2 saet û nîvî dewam kir.
Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Yalçin Akdogan, Alî Babacan û Numan Kurtulmuş, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Misteşarê Serokwezîriyê Fahrî Kasirga û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan tevlî civînê bûn.