Haydar Şahin
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Lijneya Dadger û Dozgeran (LDD) di lêpirsîna ser mirina Rabîa Naz Vatanê da li gor daxwaza Şaban Vatanê bavê wê lêkolîna mifetişan da destpêkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ji bo Rabîa Naz Vatana 11 salî ya di 12ê nîsana 2018an da miribû Şaban Vatan serî lê dabû û li ser vê serîlêdan hildan pêşiya rojeva Lijneyê û tê nirxandin.
Hat ragihandin ku Lineyê duh mijar nirxand û destûr da ku ji bo serîlêdanê lêkolîn were kirin. Li gor vê mifetişên LDDyê ew ê li ser pêvajoyê lêkolînê bikin û îdiayên Şaban Vatan ên der barê lêpirsînê da binirxînin.
Berê jî mifetişên milkiyeyê li Eynesîla navçeya Gîresunê lêkolîn dabûn destpêkirin.