Mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçin a 22 salî ku di 9ê Hezîrana sala 2017an da li Kozluka navçeya Batmanê dema ji dibistanê vedigeriya malê û ji hêla terorîstên PKKya rêxistina terorê va hat kuştin û ew nayê jibîrkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir Şenay Aybuke Yalçin a ji Çorûmê piştî ku li Komeleya Huner û Çandê ya Edremîtê perwerdehî hilda ji Beşa Mamostetiya Muzîkê ya Zanîngeha Necmettîn Erbakan mezûn bû.

Aybekuyê wek mamoste di Lîseya Anadoluyê ya Pir Bernameyî ya Kozlukê da dest bi wezîfeyê kir û di Beşa Muzîkê ya Fakulteya Şêwekariya Zanîngeha Batmanê da jî lîsansa bilind dikir. Wê di nav 7 mehên ku mamostetî kir da him di dilê xwendekaran da û him jî di dilê hevalên xwe yên mamoste da cih girt û herkesî jê hez dikir.
Mamosate Aybuke di 9ê Hezîrana sala 2017an da bi kelecaniyeke mezin qarneyên xwendekarên xwe belav kir û ji bo biçe malê ji dibistanê veqetiya.
Li ser wesayîta Şaredarê Kozlukê yê wê demê Veysî Işik ji hêla terorîstên PKKyî va êrîşa terorê hat kirin û gule li wesayîta ew tê da bû jî ket û giran birîndar bû. Aybukeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozlukê lê digel hemû midaxaleyan ew bi ser xwe va nehat û şehîd ket.

Mamosteyeke ciwan û xwedî xeyal bû qurbana terorê û li ser vê diya wê Zehra, bavê wê Atif Yalçin û li çar alî welatiyên Tirkiyeyê lenet li terorê anîn. Ji bo mamoste Aybukeya bi strana Bendergeha Maxusayê ku gotibû û wêneya tê da dibişirî va di heş û mêjiyan da cih girt.
Yalçin a ku bi tenê qasî 7 mehan mamostetî kir li ciyê mamostetiya xwe ya ewil şehîd ket, lê di wê dema kurt da her meh enstrumaneke nû ji bo atolyeyê temîn dikir û dixwest ku bila xwendekarên wê zehmetiyê nekişînin û ji amûrên muzîkê bê hay nebin.

Bi pêşîkêşiya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê welatî li ber Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê kom bûn û bi alayên Tirkiyeyê va dirûşmeyên "Tirk û Kurd Bira ne PKK Bêbext e", "Biqehire PKK", Şehîd namirin, welêt perçe nabe" berz kirin û heta ber dibistana ku mamosteya şehîd lê wezîfedar bû meşiyan.
Şaxa Batmanê ya Heyva Sor a Tirk bi alaya Tirkiyeyê ya ku 200 mêtre dirêj e va piştgirî da meşê. Piştî meşê welatî li baxçeyê dibistanê civiyan û seba mamosteya şehîd dia kir, zumreya muzîkê ya Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê helbestên ku tê da qala mamosteya şehîd dikin, xwendin.
- Navê mamosteya şehîd li çar aliyê welêt li cî û waran kirine
Mamoste Aybuke tenê 7 mehan li dibistana ku lê wezîfedar bû, mamostetî kir û her meh seba atolyeya muzîkê enstrumanek distand. Ji mamoste Aybukeyê tenê ev wek bîranîn man û dîmenên wê yên ku stran digot û wêneyên wê yên ku tê da dibişire man.

Piştî ku mamoste Aybuke şehîd bû, navê wê li dibistan, pirtûkxane, atolyeyên hunerê, park û kolanan kirin û li ser navê wê çalakî tên lidarxisitn.
Pêşiyê navê wê li atolyeya muzîkê, paşê navê wê li Lîseya Anadoluyê ya Pirbername ya Kozlukê kirin.
Li Osmancika navçeya Çorumê navê wê li dibisteneke navîn kirin, li Kozluka ku lê şehîd kirin navê wê li kolanê û mala mêvanan kirin, navê wê li pirtûkxaneyeke ku Koma Tirkî ya Zanîngeha Înonuyê çêkirin, kirin, li gundê Bozbulutê yê Muşê navê wê li pirtûkxaneya Dibistana Seretayî/Navîn ya Bozbulutê kirin.
Ji bilî van li gelek bajarên din navê wê li salona orkestrayê, atolyeya resman, dirbejor û pirtûkxaneyan kirin.
Li ser navê mamoste Aybukeyê li Laçîna navçeya Çorumê di lîseyekê da navenda hunerê hat avakirin.
Wezareta Çand û Turîzmê li Batmanê wekî dirûvê pirtûkê pirtûkxaneyeke da çêkirin û navê mamosteya şehîd lê kirin.
Federasyona Komele û Saziyên Pirtûkxaneyan a navneteweyî pêşbaziyek li dar xist û ev pirtûkxane ket nava 32 pirtûkxaneyên ku li dinyayê "naskirinê heq dikin". Pirtûkxaneya ku navê wê danîn Pirtûkxaneya Gel a Bajêr a Şehîd Şenay Aybuke Yalçin a Batmanê, di 18ê mijdara 2020î da vebû.
- Ji bo mamosteya şehîd Aybukeyê koro hat damezirandin
Li Mûşê li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Taşolukê ji bo Şenay Aybuke Yalçinê koro hat damezirandin, stranên ku wê jê hez dikirin, hatin gotin.
Ji bo bîranîna mamoste Aybukeyê, Batman di serî da li gelek parêzgehan çalakî tên lidarxistin.
- Kemana wê ji bo dibistana wê hat bexşandin
Kemana mamoste Aybukeyê ji hêla malbata wê ji bo zanîngeha ku jê mezûn bû hat bexşandin. Bi kemana Aybukeya şehîd di salona ortkestrayê da perwerde tê dayîn.
Şenay Aybuke Yalçina ku dixwest bibe akademîsyen, lêbelê terorê xeyala wê di çavan da hîşt, her sal di 9ê Hezîranê da û her wiha di 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan da li ser merzelê wê, li ciyê ku êrîş lê hat kirin û li dibistana ku peywir lê dikir, tê bibîranîn.
- Êrîşa terorê ya ku mamoste Aybuke tê da şehîd bû
Li Kozluka navçeya Batmanê di 9ê Hezîrana 2016an da terorîstên PKKyî êrîşî wesayîta Şaredar Veysî Işik kiribûn. Mamosteya muzîkê Şenay Aybuke Yalçina ku piştî merasima belavkirina qarneyan diçû mala xwe di êrîşê da giran birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Kozlukê, lê ew li wir şehîd ketibû.
Li ber Qereqola Cendirmeyan a Bekirhanê dema hêzên ewlehiyê wesayît kontrol kiribûn wesayîta terorîstek tê da bû dabûn sekinandin, lê ew nesekinîbû û wesayît teqandibû. Di teqînê da 2 esker şehîd ketibûn û welatiyek jî birîndar bûbû.
Di 22yê Adara 2018an da terorîstê Îranî yê bi nasnava "Egîd" ê ku yek ji 3 terorîstên ku di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a li Sasona navçeya Batmanê ya ser PKKya rêxistina terorê de hatin berterefkirin e, kiryarê êrîa dijî Aybukeya şehîd e.
Di lêkolîna ku hatibû kirin de hatibû tespîtkirin ku terorîstê bi nasnava "Egîd" mekanîzmaya bombeyê ya êrîşa di 9ê hezîrana 2017an a ku mamosteyê muzîkê Şenay Aybuke Yalçin tê de şehîd ket amade kiriye.
Dadgeha Cezayê Giran a 3yemîn a Batmanê ji ber sûcê "ji rêxistina terorê ra çek peyda kir", 18 sal cezayê hebsê dabû terorîstê navborî.
news_share_descriptionsubscription_contact
