Muhyeddin Beyca,İbrahim Toprak
08 Hezîran 2022•Rojanekirin: 10 Hezîran 2022
Terorîstê PKKyî yê ku di encama xebatên qanîkirinê yûn hêzên ewlehiyê da teslîm bû li Batmanê bi malbata xwe ra hat ba hev.
Di daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr da hat ragihandin midûriyên şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ji bo teslîmbûna mensûbên PKK/KCK-PYD/YPGyê bi kesên ku tevî rêxistina terorê ya çekdar bûne û malbatên wan ra di salên 2021-2022ya da xebatên agahdarkirin, pêşîlêgirtin û qanîkirinê hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku mensûbekî rêxistina terorê yê ku di sala 2013an da ji Batmanê tevî rêxistina terorê bû û der heqê wî da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" qeyda lêgerînê heye di 4ê hezîranê da ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya navçeya Şirnexê ket welêt û teslîmê Midûriya Ewlehiyê ya Şirnexê bû. Hat ragihandin ku Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr tehqîqeta der barê mensûbê rêxistinê da didomîne.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 7ê hezîranê da li Batmanê terorîst û malbata wî anîn ba hev û ev hatin gotin:
"Di hevdîtina ewil a ku mensûbê rêxistinê ra hat kirin da mensûbê rêxistinê got ku bi weadên cuda hatin xapandin û bi wî awayî tevî PKK/KCKya rêxistina terorê bû, rêxistin zarokên temen biçûk dixapîne û tevî rêxistina terorê dike, tiştên ku der barê rêxistinê da tên qisekirin êû jiyana serê çiyê ne wekî hev e, gelek caran hewl dan ku ji rêxistinû birevin lêbelê rêxistinê ew girtin û çendî mehan girtî man, tî û birçî hiştin, digel şert û mercên dijwar karî ku ji rêxistinê bireve, bi navbeynkariya Midûriya Ewlehiyê ya Batmanê teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
09.06.2022 Terorîstê hat qanîkirin û malbata wî li Batmanê anîn ba hev
Terorîstê PKKyî yê ku di encama xebatên qanîkirinê yûn hêzên ewlehiyê da teslîm bû li Batmanê bi malbata xwe ra hat ba hev.
Mensûbê rêxistinê got ku gelek mensûbên rêxistinê yên dixwazin wekî wî ji rêxistinê birevin hene lêbelê ditirsin ku rêxistin wan înfaz bike, êşkenceyê li wan bike, wan tî û birçî bihêle û cezayê giran bide wan û got ku yên çavê wan heye ku ji rêxistinê birevin divê netrisin û malbatên wan jî divê xwedî li zarokên xwe derkevin. Mensûbê rêxistinê got ku daxuyaniyên ku rêxistin dijî Dewleta Komara Tirkiyeyê da dibêje yek jê jî rast nînin, peywirdarên Dewleta Komara Tirkiyeyê gelekî germ pêşwazî li wan kirin, polêsên li Midûriya Ewlehiyê ya Batmanê peywirdar gelekî baş tevgeriyan ji wan ra û ji ber vê biryara ku da gelekî kêfxweş e."