AGIRÎ
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban der heqê bûyera Leyla Aydemirê da wiha got: "Li gor encamên lêkolîn û otopsiyê 8-10 roj piştî wendabûnê miriye. Li gor encamên otopsiyê piştî ku dimire heta roja ku hat dîtin li dereke din e û 2-3 roj beriya roja hat dîtin danîne nav ava çêm."
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban ji bona mirina Leyla Aydemirê wiha got: "Der heqê bûyerê da binçavkirin û hin delîl hene. Xebat bi baldarî û hûrgilî dewam dikin."
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban li ser pirsa ji bo mirina Leyla Aydemira 4 salî wiha got: "Ji ber ku 8-10 rojan birçî hîştine miriye."
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban der heqê mirina Leyla Aydemirê da li ser pirsa "Şika ku hatiye revandin heye gelo?" got "Hatiye revandin".
Li Agiriyê Leyla Aydemira 4 salî ya ku digel malbata xwe bi mebesta cejnê çûbû gundê bapîrê xwe û wenda bûbû, li gund bi mirîtî hat dîtin.

-Der barê mirina Leylayê da 3 dozger hatin wezîfedarkirin
Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê der barê mirina Leyla Aydemira 4 salî ya ku bi malbata xwe ra ji bo eydê çûbû gundê kalikê xwe û winda bûbû û duh li gund mirî hatibû dîtin, 3 dozgerên komarê wezîfedar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê da hat gotin qîza Nîhat û Şukran Aydemirê Leyla roja pêşîn a eydê li gundê Bizirxaneyê winda bû û di heman rojê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin îfadeya hin kesan hatiye hildan, li hemû navnîşanan, gund û der û dora gund lêgerîn hatiye kirin, tîmên JAK û AFADê jî ji bo dîtina wê hatine wezîfedarkirin.
Hat destnîşankirin di 2yê Tîrmeha 2018an de li ser îxbareke welatiyekî Leyla Aydemir 2-2,5 kîlomêtro nêzîkî gundê Bizirxaneyê di devê çem da mirî hatiye dîtin û hat gotin ji bo ku sedema mirina wê bê tespîtkirin cesedê wê rakirine Serokatiya Koma Lijneya Tixpa Edlî ya Erziromê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Der barê mirina Leyla Aydemirê da 3 dozgerên komarê hatine wezîfedarkirin û lêpirsîn bi baldarî dewam dike. Der barê lêpirsînê da heke hewcedarî çêbibe agahî wê bê dayîn."
news_share_descriptionsubscription_contact
