Di îdianameya ku der barê mirina Leyla Aydemira 4 salî ya ku li Agiriya ji bo eydê çûnê li mala bapîrê xwe winda bû û piştî 18 rojan cesedê wê hat dîtin hat amadekirin û ji bo 7 bersûcan da cezayê hepsê ya muebed a girankirî tê xwestin da dan zanîn ku bersûcan Leylaya biçûk bi hinceta lîstikê dûr kirine, kuştine û paşê jî avêtine çem.
Leyla Aydemira keça Nîhat û Şukran Aydemirê di 15ê hezîrana 2018an da li gundê Bezîrhaneya ku ji bo ziyareta eydê çûbûnê winda bibû û piştî 18 rojan cesedê wê hatibû dîtin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê der barê mirina keçika biçûk da amade kir hûrgiliyên balkêş ên der barê mirina keçika biçûk da jî derxistin holê.
Di îdianameyê da der barê M.A. Aydemirê pismamê bavê Leylayê yê ku girtî ye û wekî "Mamîs" tê naskirin, birayên wî Y. û M. Aydemir, B.D û xanima wî H.D, Y.A û xanima wî A.A da ji ber sûcê "bi zanebûn kuştina zarokê yan jî kesê ku ji hêla rih û bedenê va nikare xwe biparêze" cezayê muebed a girankirî ji sûcê "bi îştirakê ji azadiyê mehrûmkirina kesan" jî 14 sal cezayê hepsê hat xwestin û hat diyarkirin ku zarokekî ku wek şahid guhdariya wî kirin ji wêneyan "Mamîs" teşhîs kiriye û gotiye ku wî Leylayê revandiye.
Di îdianameyê da hat qisekirin ku Leyla bi minîbusa bi plakaya 21 AV 768 hatiye revandin û cî dan îfadeya "Yîgît"ê şahidê veşartî yê di merhaleya lêpirsînê da dabû.
Şahidê veşartî "Yîgît" di îfadeya xwe da îdia kir ku di navbera bav Nîhat Aydemir û birayê wî Y. Aydemir da neyartî heye.
Şahidê veşartî herwiha îdia kir ku bav Aydemir ji niştecihên gund B.D pere sitandiye û kurê wî A.D bi rêyên dereqanûnî şandiye Kanadayê, lêbelê A.D li Amerîkayê hat girtin li ser vê B.D pereyê ku ji bo kurê wî bişînin dervayî welêt dabû ji Aydemir xwestiye û li ser vê navbera wan xira bûye.
- "Sond dixwim ku tu jî dê êşa kezebê bikêşî"
Şahidê veşartî Yîgît îdia kir ku B.D di vê pêvajoyê da bi Nîhat Aydemir ra nîqaş kiriye û gotiye ku "Son dixwim ku dê tu jî êşa kezebê bikêşî, ez dê te bi kezeba te terbiye bikim." û ev gotin:
"Ez dixwazim ku bûyerekê ku van demên dawîn min ji nav gund ji gelek kesî bihîstiye ji wa ra qise bikim. C.D, M.A bi A.Aya xwîşka Aydemir ra li înşeatekê hev dîtine. C.D wir gotiye A.Ayê 'Ez dizanim tu Leylayê vedişêrî. te çima ev kir. Te dikariya ku tu xeberê bidî bavê xwe, malbata xwe, ma qet gunehê te bi wê tefalê nehat, te ji birçiyan ew kuşt. Destê we çawa çûyê'. A.A li ser vê ji xwe va diçe û wiha axiviye "Min nekir Mamîs bi zorî anî û avête mala min. Min ji tirsa nekarî ku tiştekî bibêjim."
- Peywirdarê Kurdî dizane ket rola muxabirê yêdek
Yek ji hûrgiliyên balkêş ên ku di îdianameyê da cî girtin bûyerên ku G.Aya piştî mirina Leyla Aydemirê ji ber ku Kurdî dizaniya hat peywirdarkirin lêbelê neda hîskirin ku Kurdî dizane, di dema bicîanîna peywira xwe da rast hatin.
G.Ayê ji malbat û niştecihên gund ra xwe wekî muxabirê yêdek da naskirin û li gor rola xwe ji bo ku bi jinan ra biaxive çi mala bapîrê Leylaya biçûk.
G.A dema li mal bû guh da axatinên Kurdî û axaftinên Kurdî yên ku dema peywirdarên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo îfadeyê bangî jinan kir li malê hatin axaftin wiha ragihand:
"Dapîra Leyla Aydemirê nexwest ku biçe îfadeyê bide, pirsgirêk derxist û kete hundir. Wê demê serpelê li wir peywirdar hewl da ku wê qanî bike. Piştî bûyerê dapîra Leylayê gote jinên ku dê ji bo îfadeyê biçûna got ku 'Nebî hûn tiştekî ji devê xwe bifilitînin.' Paşê jin çûne îfadeyê. Ez li mal mam."
- Xwestine ku bûyerê bincil bikin
Ji şahidan E.D jî di îfadeya xwe da qal kir ku mezinên malbatên bersûcan piştî bûyerê li navenda bajêr hatine ba hev. E.D ev gotine: "Min bihîst ku di civîna mezinan da biryar dane ji bo ku bûyera der barê mirina Leylayê da bincil bikin gotine em ê bibêjin Leyla seranserê 18 rojan meşiyaye û mijarê jî bi vî awayî ji gundiyan ra qise bikin."
Di nirxandina dozgeriyê ya ku dawiya îdianameyê da hat kirin da hat destnşankirin ku di navbera bav Aydemir û birayê wî Y. Aydemir û B.D da neyartiyeke ji berê mayî hebûye, heta B.D gotiye Aydemirê bav ku "Ez sond dixwim ku dê tu jî êşa kezebê bikşînî, ez dê te bi êşa kezebê terbiye bikim."
- Li gor bersûcan Leylaya biçûk bi hinceta lîstikê hatiye revandin
Di nirxandinê da hat bibîrxistin ku Leyla dema li mala bapîrê xwe bûya mamê wê Y.Aydemir ji malê derketiye paşê kurê wî U.Aydemir jî ji malê derketiye û Leyla jî derketiye û hat ragihandin ku mamê wê bi hinceta lîstikê Leyleyê ji derê malê ber bi derê mala B.D va dûr kiriye.
Di îdianameyê da hat gotin ku mamê bersûc û B.D û xanima wî H.D Leyla girtine û wiha hat gotin:
"B.D piştî ku Leyla Aydemirê revandiye ji bo ku zarokê veşêre M.A daxilê bûyerê kiriye û Aydemir ji cihê ku lê hatiye veşartin Leyla Aydemirê hingirtiye û biriye mala xwîşka xwe A.A.yê. A.A û Y.Ayê maktul demekî li îkameta xwe ya li navçeya Hamurê girtine û veşartine, bersûcan do nav rojeke 3 roj beriya 2yê tîrmeha 2018an a ku roja dîtina ceseda maktul bû û heta 15ê hezîrana 2018an a ku roja windabûna wê bû da keçik kuştine û demekê ceseda wê li cihekî sar hiştine, ji bo ku întibaya keçik nehatiye kuştin çêbibe û delîl winda bibin cilên roja revandibûn li ser bûn derxistine û ew avêtine nav çemê nêzî 2 kîlomêtro nêvî ji gundê Bezîrhaneyê dûr.
Di îdianameyê da hat îdiakirin ku gumanbar B.D û xanima wî H.D roja ku cesed hat dîtin û roja beriya wê bi isra hewl dane ku dayik Şukran Aydemir ji gund derxînin û hat ragihandin ku bersûcan bi vê armancê dayik Şukran Aydemir birine navçeya Bazîdê.
- "Bersûcan Leylaya biçûk di nav yekîtiya fikr û çalakiyê da revandin û kuştin"
Di îdianameyê da hat qalkirin ku heman rojê ceseda Leyla Aydemirê li tanga Kurudereyê hat dîtin û ev nirxandin hatin kirin:
"Di çarçoveya îfadeyên miştekî û gumanbaran da, îfadeyên xwedî agahiyan, raporên edlî, fezleke, raporên pisporan, tape, zabitnameyên ku der barê bûyerê da hatine girtin û hemû çarçoveya dosyeyê tê fehmkirin ku bersûc di nav yekîtiya fikr û kirinê da tevgeriyane û sûcên "ji azadiyê mehrûmkirina kesan" û "bi zanebûn kuştina zarokê yan jî kesê ku ji hêla rih û bedenê va nikare xwe biparêze" ya ku dixin sitûyê wan bi îştirak kiriye, di vê mijarê da têra xwe guman çêbûye ku der heqê wan da doza kamuyê bê vekirin. "
Di îdianameyê da ji ber van sedeman hat xwestin ku bersûc M.A Aydemir, Y. û M. Aydemir, B.D û xanima wî H.D û A.A û hevserê wî Y.A ji sûcên navborî bên cezakirin.