Ahmet Aydın
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ANKARA
Tirkiyeyê ragihand ku di warê çareserkirin û nehiştina wê lihevnekirina di navbera welatên dost û bira de tişta dikeve ser milê wê dê bike.
Wezareta Navxweyî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Me xeber sitend ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Behreyn û Misrê biryar dane ku peywendiyên xwe yên dîplomatîk digel Qeterê bibirin. Em ji ber vê biryarê xembar in."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêviya me ya herî saf ew e ku Endamên Konseya Hevkariya Kendavê cudakariyên xwe yên fikrî û hizrî bi rêya diyalogê çareser bikin."
Herwiha hat îfadekirin, "Tirkiye weke aktorek xwedî berpirsyarî li herêmê û wekî serokê Serdemê yê Civaka Hevkariya Îslamî amade ye ku di warê çareserkirina wê lihevnekirina di navbera welatên dost û bira de, tişta bikevê er milê wê dê bike."