28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
DOHA
Li welatên ku endamê Konseya Hevkariya Tengavê (KHT) ne 17 milyon karkerên biyanî di sektorên cuda da dixebitin. Ji van welatan transfera sermayeya salane nêzîkî 80 milyar dolarî pêk hat.
Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya El Cezîreyê ya li Qeterê, welatên tengavê bi 17 milyon îstixdama karkerên biyanî va di dinyayê da li pêşiyê ne.
Di raporê da hat destnîşankirin ku li welatên KHTyê 17 milyon karkerên biyanî hene û dema ku malbatên wan jî li ser were hesibandin, ev hejmar derdikeve 23 milyonî û wiha hat gotin, "Welatên Tengavê Bahreyn, Qeter, Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY), Kuweyt û Oman ên ku xwedî rezervên dewlemend ê neft û xaza siruştî ne, pêdiviya xwe bi xebatkarên dereke hene. Bi taybetî jî ji ber ku xelkê herêmê dewlemend e naxwaze wekî karker bixebite. Ev jî dibe sedem ku xebatkar ji derva werin nava welat."
- Li gorî welatan hejmara karkerên dereke
Di rapora Navenda Lêkolînê ya El Cezîreyê da hat diyarkirin ku welatên tengavê ji çaraliyê dinyayê karkeran hildidin. Di vê çarçoveyê da welatên ku herî zêde karker dişînin wekî Misir, Sûriye, Urdin, Libnan, Pakistan, Hindistan, Fîlîpîn, Bangladeş, Endonezya û Srî Lanka ne.
Erebistana Siûdî bi 9 milyon karkerên biyanî va di rêza ewil da cî digire, li pey vê bi 4 milyon karkeran va MEY tê. Di vê rêzê da Kuweyt bi 1,5 milyonî, Qeter bi 1,1 milyonî, Oman bi 900 hezarî û Bahreyn jî bi 500 milyonî va cî digirin.
Li gorî daneyên Dezgeha Koçê û Piyaseyên Xebatkarên Tengavê ya girêdayî Navenda Lêkolînê ya Tengavê, hejmara karkerên biyanî li Bahreynê beramberî ji sedî 52, li Qeterê beramberî ji sedî 85,7, li MEYyê beramberî ji sedî 88,5, li Kuweytê beramberî ji sedî 69, li Omanê beramberî ji sedî 44 û li Erebistana Siûdî jî beramberî ji sedî 32,7 ji tevahiya nifûsê wan dike.
Bi gotineke din, tevahiya nifûsê karkerên dereke yên li welatên tengavê teqabulê ji sedî 48,1ê nifûsa van welatan dike.