ANKARA
Zarokên Mûstafa Sûngûrê şagirdê Bedîuzzaman Seîdê Kurdî diyar kir ku tu gotinên bavê wan yên wekî 'Berdewama xizmeta Ustad cemeata Gulen e.' tune ne û got ku "Bavê me wekî her cemeatê ehlê îman hewl dida ku koma Gulen jî bi Rîsale-î Nûr biparêze. Heta ku wan bi navê 'xwerûkirinê' eslê pirtûkan xera kirin. Bavê me vê çaxê der barê xwerûkirinan de wiha got: Vê mijarê min zehf aciz kir. Ne niha heta qiyametê dê em kesên ku bûne sedemê vê yekê nebexşînin. Ez têkiliya xwe ji dil bi wan re dibirim."
Zarokên Mûstafa Sûngûrê şagirdê Bedîuzzaman, Ahmet, Şerîfe, Nûrûllah, Cîhan Nûr û Saîde Nûr Sûngûr daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku di van rojên dawîn di hin saziyên çapemeniyê de der barê bavê wan de nûçeyên derew cî digirin. Zarokên Mûstafa Sûngûr der barê van nûçeyan de fikrên xwe eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di hin saziyên çapemeniyê de nûçeyên ku dibêjin bavê wan gotiye ku "Berdewama xizmeta Ustad cemeata Gulen e." tên weşandin û daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Em bi awayekî eşkere dixwazin diyar bikin ku tu bingeha vê yekê tune ye. Berdewama Ustad Rîsale-î Nûr in û varîsên wî nin û di heman demê de kesên ku rasterast li ser rêya wî diçin in. Bavê me her dem bi şagirdên Ustad re hevpar tevdigeriya. Heke îro saq bûya dê dîsa bi abêyan re hevpar tevbigeriya.
Di daxûşaniyê de wiha hat gotin: "Bavê me wekî her cemeatê ehlê îman hewl dida ku koma Gulen jî bi Rîsale-î Nûr biparêze. Heta ku wan bi navê 'xwerûkirinê' eslê pirtûkan xera kirin. Bavê me vê çaxê der barê xwerûkirinan de wiha got: Vê mijarê min zehf ji qewet xist. Ne niha heta qiyametê dê em, kesên ku bûne sedemê vê yekê nebexşînin. Ez têkiliya xwe ji dil bi wan re dibirim. Em şahid in ku bavê me ji serokwezîrê me gelekî hez dikir û ji bo vê hikûmetê digot ku 'azamûl xeyr.' Serokwezîrê me jî bi xwe beşdarî cinazeya bavê me bû û em mînetdarê vê yekê ne. Em ji bo wî emrekî dirêj û serkeftinê dixwazin."