10 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di ewraqa "ji DYAyê îadekirina Fetullah Gulenê bersûcê firarî" da, guherîna dawîn kir.
Di ewraqa îadekirinê da wê, agahiyên nasnameya Gulen, sucên ku pê tê darizandin, dîroka sûcan, cihê sûcan; ceza, cure û mîqdara van sûcan, navnîşana wî ya li Pensîlvaniyayê, cih bigire.
Li gor agahiya ku hat hildan, pêşnumaya ewraqa îadekirinê ya wê bişînin meqamên edlî yên DYAyê hat temamkirin.
Di pêşnumayê da tê destnîşan kirin ku Fettullah Gulen ji ber sûcên wekî "sextekariya bi rêkûpêk", "Di belgeyên fermî da sextekarî kirin", "îftira", "îbrakirina mal û milkên xwe yên ji ber sûc bi dest xist", "zimmet", "guhdarkirin û qeydkirina axaftinên di nav du kesan da", "îxlalkirina nepeniya jiyana taybet", "dijî hiqûqê qeydkirina agahiyên kesan" tê sucdarkirin.
Di pêşnumayê da cihê sûc Enqere û dîrok jî 2000-2016 tê nîşandan.
Di bin serenavê "bûyerên derbarê kirina sûc da" ev agahî hene: "Cimaeta ku berşik Fetullah Gulen ava kir û rêvebiriya wê kir; di nav daraz, artêş, ewlekarî, birokrasiyê da kadroyên xwe çêkiriye. Evan kadroyan dîn wekî amûrekî îstismarê bikaranî. Rêvebiriya rêxistinê Fetullah Gulen dike. Telîmatên gelemperî bi rêya axaftin û sohbetan bi şîfreyan va tên belavkirin. Endamên rêxistina girêdayî wî li Tirkiyeyê di hemû saziyan da hene."
Di pêşnumayê da, agahiya 'cimaetê pirsên ezmûnê berî ezmûnê bi dest xist û ji bo di saziyên dewletê da bi cih kirina mensûbên xwe bikaranî' heye.