SAKARYA
Salih Îzzet Erdîşê ku ji Girtîgeha Boluyê tehliye bû û di doza ÎBDA/Cyê de mehkûm bûbû, di raya giştî de wek "Salih Mîrzabeyoglu" dihat naskirin. Erdîş der barê pêvajoyê de got: "Ez niha kêfxweş im ku tehliye bûm. Min nedixwest ku ez di hundur de bimînim, lê girtîgeh di jiyana min de demeke ne vala ye."
Erdîş piştî ku tehliye bû komeke qerebalix ew pêşwazî kir û bi komê re hat restoranteke li navçeya Sapancayê. Erdîş li vir daxuyanî da nûçegihanan û got ku berdana min ji bo min bû suprîz.
Erdîş got: "Ez niha kêfxweş im ku tehliye bûm. Min nedixwest ku ez di hundur de bimînim, lê girtîgeh di jiyana min de demeke ne vala ye" û wiha dewam kir: "Min di girtîgehê de li gor şert û mercên wê derê jiyana xwe derbas kir. Ji ber vê çendê ez nabêjim ku 'jiyana min beredayî derbas bû'. Pergala hiqûqê tenê pirsgirêka min nîne. Pirsgirêka dadger û dozgeran e jî. Ez di dema ku bi meseleyên xwe yên şexsî re eleqedar bûme, bêyî ku haya min jê çêbibe ez ketime mijarên din jî. Piştî vî qasî ez ê bi hevalên xwe re li ser qonaxa hiqûqê bisekinim. Ez nabêjim ku 'Min heyat li ku hîştibe ez ê dîsa dewam bikim'. Di jiyana min helbet paşveçûn û pêşveçûn hene, lê ez nabêjim ku jiyana min ziyan bû û beredayî derbas bû."