21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Serokê Lijneya Rêvebiriya Koç Holdîngê Mustafa Koçê ku rakiribûn Nexweşxaneya Amerîkayê ya Weqfa Vehbî Koç, mir.
Midûrê giştî yê nexweşxaneyê Erhan Bulutçu der barê Mustafa Koçê ku îro dema werziş dikir û ji ber qelb bi xwe ra girt û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Beykozê û peyra sewqî Nexweşxaneya Amerîkayê ya Weqfa Vehbî Koç kirin, daxuyanî da rojnamevanan.
Bulutçu wiha got: "Birêz Mustafa Koç li Nexweşxaneya Dewletê ya Beykozê û Nexweşxaneya Amerîkayê ya Weqfa Vehbî Koç digel midaxeleya bijîşkan ji ber qirîza qelb mir. Bila serê me hemûyan sax be."
Daxuyaniya Koç Holdîngê
Di daxuyaniya Koç Holdîngê da wiha hat gotin: "Serokê Lijneya Rêvebiriyê Mustafa Koç ber destê sibehê ji ber qelb bi xwe ra girt û li nexweşxaneyê digel midaxeleyan mir. Em zehf xemgîn in û serê me sax be."
- Ji Serokomar Erdogan têlefona serxweşiyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo mirina Mustafa Koç bi têlefonê serxweşî da Rahmî Koç û Alî Koç.