BATMAN
Malbata Karael a Batmanî ya ku keça wan Muhbet par tevlî rêxistina terorê bû mir, ji bo ku keça wan a xwendekar Tûgba ya ji aliyê rêxistina PKKê ve hat revandin bînin, tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber Şaredariya Mezin a Amedê tê kirin, bû.
Li ber Şaredariya Mezin a Amadê çalakiya rûniştinê dewam dike. Malbata Karael a Batmanî dixwaze ku keça wan a binavê Tûgba vegere.
- "Bila keça min bînin"
Îsmet Karael (60) bavê Tûgbayê da zanîn ku keça wî li Zanîngeha Ardahanê xwendekar e û di 16ê gulanê de ji wargeha ku lê dimîne derketiye û venegeriya ye. Karael da zanîn ku nizane da ku keça wê bi zor birine an jî bi daxwaza xwe çiye.
Karael got ku pêşî li Ardahan û Îdirê piştre jî li Wanê li keça xwe geriya ye û wiha dewam kir:
"Ez hînbûm ku keça min ji Wanê çûye serê çiya. Ez dixwazim keça min vegere. Min ji Ardahanê tenê valêzên keça xwe anîn. Di destê me de du wêne û cil û bergên keça min man. Bila keça min bînin. Bila êdî aştî pêk bê, dawî li van şer û pevçûnan bê. Bila zarokên 12 salî neçin serê çiyan."
-"Bila êdî dilê me neşewitînin"
Nafiye Karael (58) dayika Tûgbayê got ku keçeke wê çûye, lê nikarin cardin liberxwe bidin, lewra ev êşeke giran e. Karaelê got ku piştî ku bi çûna keça xwe hesiyaye nexweş ketiye.
Nafiye Karaelê got ku berê keça wê ya bi navê Muhbetê çûye û cinazeyê wê hatiye û wiha dewam kir:
"Vê carê jî Tugbayê birin. Êdî bes e. Bila aştî pêk bê. Bila ne yên li serê çiya ne jî leşker bimirin. Êşa hemû malbatan wekî ya min e. Em aştiyê dixwazin, zarokên xwe dixwazin. Keça min bînin. Ya ku mir ji xwe paşve nayê, vê keça min bînin. Tenê ez keça xwe naxwazim, bila hemû zarokên malbatan vegerin. Sal û nîv berê cinazeyê keça min Muhbetê anîn, hîç nebe bila vê keça min sax bînin."