ŞANLIÛRFA
Li gundê Yûvacaliya girêdayî Hîlwana navçeya Şanliûrfayê di hilbijartinên muxtariyê ya di 30yê adarê de şer derket û 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn, hilbijartinên ku ji ber vê yekê hatin betalkirin ji nû ve hat kirin.
Hilbijartin ji ber ewlehiyê anîn navenda navçeyê û li Dibistana Ulkuyê sindoq amade kirin. Li gund 256 hilbijêr hene lê belê 4 kesan tenê dengê xwe da. Hilbijêrên din dengê xwe neda. Bi vî awayî bi 4 dengan Mehmet îpar di hilbijartinê de bi ser ket.
Tîmên polêsan ji bo ku tu pirsgirêk dernekeve li dibistanê gelek bergiriyên ewlehiyê girtin.
Li gundê Yûvacaliyê di hilbijartinên muxtariyê yên di 30yê adarê de di navbera du koman de şerê çekdarî derketibû û namzedên muxtariyê Ethem Çelîk û Sûphî Tanik jî di nav wan de bi tevahî 6 kes miribûn û 4 kes jî birîndar bibûn.