19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
ÇANAKKALE
Sabir Efeya 72 salî ya ku li goma Degîrmendereya gundê Elmacika Çanakkaleyê dijî, piştî ku par mêrê wê mir, êdî nikare li kerê ku 10 sal berê standin a ku ji mêrê wê yadîgar e, mêze bike. Ji ber hindê Efeyê ker derxist ber firotanê.
Efeya ku li gund jidayîk bû û jiyana xwe li vir didomîne, par mêrê wê mir. Tu çavkaniyeke Efeyê tuneye ku xwe pê xweyî bike, bi tenê 3 mehan carekî 600 lire perê pîrtiyê distîne. Car carî cîranên wê jî destê xwe didin destê wê û alîkariya wê dikin.
Efeyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku piştî mirina mêrê wê, jiyan seba wê dijwar bû û bi alîkariya cîranên xwe li ser piyan dimîne.
Efeyê bal kişand ku mêrê wê 10 sal berê seba karên piçûk kerek kirî û wiha dewam kir, "Mêrê min şaxên daran ên ku li çolê berhev dikir, lê kerê bar dikir û dianî malê. Bi dahateke pir hindik ji kerê ra ka distand û havînan jî diçêrand."
Efeyê diyar kir ku mêrê wê par mir û ew û ker tenê man û ji ber hindê nikare bi serê xwe li kerê mêze bike û wiha dewam kir:
"Niha ka û kesê wê qediya. Min jî derxist zeviyê, li wir diçêre. Ji ber ku nikarim lê binêrim, ez difikirim bifiroşim. Çiqas didin bira bidin ezê bifiroşim. Me xeber da gund û derdorê. Ez nikarim jê ra giha bînim, karekî zor e. Heger ez muşteriyekî bibînim, ezê bifiroşim. Belkî li ciyê ku dê biçe, bêtir rehetiya wî hebe."