19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, "Heke ku em bixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin, cihê çareseriyê TBMM ye, qada siyasetê ye. Tirkiye qîmetê dide fikrên 78 milyon welatiyên xwe, guh dide fikrên wan û bi siyasetê ve çareseriyê dibîne. Lê vê dema ku li hember terorê evqas ked tê dayîn ku tekoşîn bê kirin, bila tu kes bendê nemîne ku bi rêxistina terorê re car din muzakere bê kirin."
Kurtulmuş, li Qesra Çankayayê di dema birêveçûna civîna Encumena Wezîran ji rojnamevanan ra axivî.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş der heqê operasyonên li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da got: "Ev têkoşîn wê heta dawiyê dewam bike. Înşallah ev têkoşîn wê bi xîreta milletê me, bi xîreta hêzên me yên ewlehiyê va bi serkeftî dawî bibe."
Kurtulmuşê Berdevkê Hikûmetê der barê Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya 2015an a ku di Parlementoya Ewropayê de hatiye qebûlkirin de destnîşan kir ku ew rapor bi taybetî ji hêla bûyerên 1915an ve ne raporeke ku Tirkiye bikaribe qebûl bike ye û got, "Ev rapor ji vê hêlê ve wê îadeyê Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê bê kirin. Ev rapor nikare ku ji hêla Tirkiyeyê ve bê qebûlkirin. Paşveşandina vê raporê ya Parlamentoya Ewropayê nayê wê meneyê ku têkiliyên Tirkiye û Parlamentoya Ewropayê qut dibin."
Kurtulmuş anî ziman ku biryara 1ê gulanê di destê Walîtiya Stenbolê da ye û wiha pê da çû, "Lê wisa dixuyê ku li Taksîmê çalakiyên 1ê gulanê îsal ne mimkûn in û îhtimaleke mezin Walîtiya Stenbolê wê ji bo merasiman meydana Yenîkapi an jî Maltepeyê destûrê bide mirov û rêxistinan."
Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand, "Heke ku em bixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin, cihê çareseriyê TBMM ye, qada siyasetê ye. Tirkiye qîmetê dide fikrên 78 milyon welatiyên xwe, guh dide fikrên wan û bi siyasetê ve çareseriyê dibîne. Lê vê dema ku li hember terorê evqas ked tê dayîn ku tekoşîn bê kirin, bila tu kes bendê nemîne ku bi rêxistina terorê re car din muzakere bê kirin."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş der barê operasyonên dijî rêxistina terorê da jî wiha got, "Ev têkoşînê heya dawiyê bidome. Ev têkoşîn înşallah bi xîreta miletê me, bi xîreta hêzên me yên ewlekariyê û bi hewla me hemûyan dê bigihêje serî."