Haydar Şahin
27 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2019
Keştiya bi navê "Songa Iridium" a Lîberyayê li Geliyê Stenbolê di erdê da rûnişt.
Li gor agahiyên hatin sitandin, keştiya giraniya wê 23 hezar û 633 groston û dirêjehiya wê 191 mêtroyî ya ji bendera Odessaya bajarê Ukraynayê derkete rê dema ji tanga Hîsara Rûmeliyê ya Geliyê Stenbolê ra derbas dibû xirab bû.
Gemiyê li pêşiya Aşiyanê demirê xwe yê îskeleyê avêt, di erdê da rûnişt û wisa sekinî.
Botên xilaskirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekaria Peravê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Keştiyê dirêjahiyê berê xwe da qeraxê û sekinî, rayedarên keştiyê bi rayedarên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Peravê ra têkilî danîn û diyar kirin ku keştiyê bi erdê binê avê ra temas kir lêbelê hê li ser avê ye.
Romorkora bi navê Xilaskirin-4 a Midûriyeta Giştî ya Ewlekaria Peravê keştî kaş kir û ji wê derê xilas kir.