ZINDÎ - Serokomar Erdogan wesayîta Tirkiyeyê dide naskirin
Serokomar Erdogan: "Îro ji bo welatê me rojeke dîrokî ye û xewna 60 salî ya Tirkiyeyê dertê rastiyê û em hemû şahidiya vê dikin."
27 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2019
Serokomar Erdogan: "Îro ji bo welatê me rojeke dîrokî ye û xewna 60 salî ya Tirkiyeyê dertê rastiyê û em hemû şahidiya vê dikin."
"Ji bo vî karî ji 100î zêdetir endezyarên Tirk bi şev û bi roj xebitîn."
"Çîroka Devrîmê di heman demê da ji me ra qalê dike ku xeyalên merivan çawa li merivan dixin kabûs."
"Xeyala me ew e ku wesaîta me ya bi keda endazyarên me û teknolojiya me ya neteweyî çêbe ku navê me li dinyayê bê zanîn."
"Heke di dema zindîbûna piyaseya wesayîtan da teşebis bihata kirin îro Tirkiyeyê li asteke din bûya."
"Hişmendiya ku siparîşên fabirqeya balafirê ya li Kayseriyê asteng kir û nehîşt ku siparîşên derva werin îxrackirin, îro dîsa ketiye dewrê"
"Ez Necmeddîn Erbakanê xoceyê me ku fikra pîşesaziyê diparast û hewldana ewil ya fabrîqeya motorê ya welatê me da destpêkirin bi rehmet û rêzdarî bi bîr tînim."
"Wesayîta Devrîmê di rê da ma kesên ev vegerandin kampanyaya xeniqandinê ew ê hewl bidin ku dîsa heman tiştî bikin. Lê em ê destûrê nedin."
"Bi ser ketin pêşiya wesayîta Devrîmê birîn lê înşaellah nikarin pêşiya wesayîta me ya heyamê bibirin."
"(Kesên li hember çêkirina Pireya Osmangaziyê derdiketin) Ev hîn bûne bi kelekê derbasî hember bibin. Em naxwazin li dora Kendavê bigerin, dixwazin pireyên nêzik çêkin û bi lez û bez bigihêjin Îzmirê."
"Tirkiye êdî bi tenê bazara teknolojiya teze nîne, hatiye halê wisa ku teknolojiyê pêş dixe, çêdike û îxracî hemû dinyayê dike."
"Wexta me dest bi wezîfeyê kir, me soz da ku 'Em ê karkerên xwe nexin nav dest û piyê enflasyonê.' Em vêga jî 3-4 pûanî ser enflasyonê ra digrin"
"Kampanyayeke wisa dimeşînin ku dibêjin 'Bira ev fabrîqe nexebitin û em miaşê herî kêm eşkere bikin.' Wê ev çerx biguhere birê min..."
"Em ê hejmara bernamenivîsên xwe bi lez ji 170 hezarî derxin 500 hezarî."
"Wesaîta me wê bi emîsyoneke sifir bixebite û tebîet û derdorê qirêj neke."
"Sozê me çi ye? Em ê karkerên xwe qurbana mehaneya kêmtirîn nekin. Me bi qurban nekir û em biryardar in ku ji vir û şûnda jî qurban nekin."
"(Wesayîta xwemalî) Ji tu kesî lîsansê an jî îcazetê nastîne, her taybetiyê em bi xwe eşkere dikin. Em êdî şertên lîstikê eşkere dikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku fabirqeya otomobîla xwemalî wê li Gemlika Bursayê ser eraziyê Artêşa Tirkiyeyê were çêkirin.
"Di 2022an da wê hemû binesaziya şarjê ya Tirkiyeyê amade be."
"Em peyê marqeyeke kurewî ketine."
"Kesên ji xwemalîbûn û milîbûnê fehm nakin hene, ew me eleqedar nakin, em li ser karê xwe ne. Tu kes bira hewl nede ku vî karî reş nîşan bide
"Înşellah em ê wesaîta ku di warê xwe ya herî mezin, performansa wê zêde û maliyeta wê maqûl be çêkin."
"Wexta me dest bi çêkirinê kir em ê bibin xwediyê modela SUVê ya tekane ya ewil ku bi ceyranê ye û wekî ya klasîk ya Ewropayê."
"Wek Recep Tayyîp Erdogan li ser navê xwe ez niha ji vir siparişa ewil didim."
"Ez dizanim gelê me bi kelecan li bendê ye ku vê wesaîtê bikire. Beriya ku di 2022an da bê firotin dibe ku pêvajoya kirînê dest pê bike."
"3 sal piştî çêkirinê li welatê me wê bibe wesaîta tekane ku bi derfetên xwemalî hatiye çêkirin."
"Bi îzna Xwedê Tirkiyeyê di pêşerojê da bibe welatê ku gavên wê tên teqîbkirin."