Fatih Gazioğlu
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê keştiyeke ku koçber tê de bûn binav bû. Di bûyerê da 5ê wan zarok, 4 jê wan jî jin bi tevahî 9 kes mirin û 3 kes jî wenda bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hat dayîn, bûyer li rojavayê Girava Çiplakê çêbû.
Tîmên ewlehiya qeraxê li ser îxbarê bi 4 bot û 2 firokeyan ji bo xilaskirina koçberan çûn herêmê.
Di encama xebatan de jinek û zarokek jî di nav de bi tevahî 5 koçber hatin xilaskirin.
Di bûyerê da 5ê wan zarok, 4ê wan jî jin bi tevahî 9 kes mirin.
Li gor agahiyan di keştiyê da 17 kes hebûn. Tîmên qeraxê ji bona xilaskirina 3 kesên wenda xebatên xwe didomînin.