Nihat Kavşut
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Navê qetilkirina kesên mesûm û bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye."
Erdogan di Merasima Vekirinê ya Mizgefta Çamlicayê ya Mezin da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bo aşiqên ku dil dane vî bajarî cihê ku lê ne girîng nîne û wiha got: "Ji bo evîndarên Stenbolê qîmeta meqaman tuneye. Em li kîjan peywirê dibin bila bin dê bi berhemên xwe va bi projeyên xwe yên ku yek ji yeka din girîngtir in Stenbolê ava bikin."
Erdogan diyar kir bira Mizgefta Çamlicayê ya Mezin ji bona Stenbol û alema Îslamê bibe wesîleya xêrê û got ku ji mîmar, endezyar, karker, hunermend û heta hosteyên neqişandinê sipasiya kesên ku ked dane berhemeke wiha dikim û wiha pê da çû: "Ev berhema ku mizgefta herî mezin ya Tirkiyeyê ye ji her dera Stenbolê bi rehetî tê dîtin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir kêfxweş in ku mizgefta herî mezin a Tirkiyeyê Mizgefta Çamlicayê ya Mezin li Stenbolê çêkirine û wiha axivî: "Ev der di heman demê da kuliyeyek e. Tenê mizgeftek nîne. Bi hêwanên pêşangehê, bi hêwanên konferansê û bi Muzeya Berhemên Tirk-Îslamê va ev der di heman da kuliyeyeke mezin e. Rebbê min nesîbî me kir ku em bi berhemên yek ji yeka din mezintir yên wekî Marmarayê, Tunela Avrasyayê, Pira Yavuz Sultan Selîm û Balafirgeha Stenbolê mohra xwe li vî bajarî bixin, şopên ku ji Stenbolê nayên rakirin bihêlin."
Erdogan diyar kir li mizgeftê di carekê da 65 hezar mumin dikarin bi hev ra îbadet bikin û got ku her çiqas hin kes dibêjin wê çawa tije bibe jî elhemdulillah tijî dibe.
Serokomar Erdogan destnîşan kir bi şev û bi roj dibêjin 'Kesê ji dil bixebite naweste' û got ku em ê ji bona Stenbolê ji vir û pê da jî bixebitin.
Erdogan diyar kir Mizgefta Çamlicayê ya Mezin dê bibe wesîle ku hoste û mîmarên nû yên ku dê mîrateya şaristaniya wan pêşvatir bibin derkevin.
Erdogan destnîşan kir li ku derê qubeyek, minareyek hebe û banga şerîf lê bê xwendin ew der bêguman ji bo Misilmanan war e û wiha peyivî: "Tiştê bi kesên mumin dikeve ew e ku dema li van mizgeftan mêze dike nede pey kêmasî û qisûran divê li wan xwedî derbikeve. Hemd ji Xwedê ra ku em dibînin miletê me li vê Mizfgefta Çamlicayê ya Mezin xwedî derdikeve û birayên me yên Stenbolî mizgeftê bêcimaet nahêlin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir divê êdî her kes li hember hişmendiya hovane ya ku îbadetxaneyan dikin gola xwînê bisekine û wiha got: "Yên ku êrîşî mizgeftan dikin û yên dêran dikin hedefên xwe xwedî heman hişmendiya tarî ne. Navê qetilkirina kesên mesûm û bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye."
Erdogan diyar kir di baweriya wan da mafê îbadetê pîroz e û got ku ji kîjan dînî dibe bila bibe mafê her kesî heye ku bi azadane îbadetên xwe bikin.
Serokomar Erdogan diyar kir biryardar in ku welat û herêma xwe ji kesên ku ji rê derketine û li dora rêxistinên mîna DEAŞ, El Kaîde, FETO û PKKyê kom bûne paqij bikin û got ku bi heman awayî em ê dijî terora Neonaziyê jî ku li Ewropayê êrîşî mizgeft û Misilmanan dikin têkoşîna xwe bidomînin.
Erdogan di berdewamiyê da diyar kir di heyameke wisa da ne ku divê zêdetir qala peyamên aştiyê ya Îslamê bikin û bînin rojevê û wiha got: "Heger em bertekê nîşan bidin û rastiyê biparêzin û xwedî li dînê xwe derkevin bi îzna Xwedê wê terorîst bi ser nekevin."