Kiliçdaroglu di çarçoveya hevdîtinên xwe yên der heqê kifşkirina namzedê hevpar ê serokomariyê de îro Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li meqama wî ya li TBMMyê ziyaret kir. Cîgirseokên Koma CHPyê Akîf hamzaçebî û Engîn Altay, Sekreterê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn, Arîkarê Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak, ji MHPyê jî Cîgirserokê Koma MHPê Oktay Vûral, Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman û Arîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semîh Yalçin beşdarî hevdîtina ku qasî nîv saetê dewam kir, bûn.
Kiliçdaroglu piştî hevdîtina xwe ya bi Bahçelî re daxuyanî da rojnamegeran û wiha got:
-"Min ji Birêz Serokê Giştî re navekî ku herkesê qebûl bike, li ser wî bi hev bike, kesekî xwedî rêz, paqij, durist, zana û gihandî pêşniyaz kir. Birêz Ekmeleddîn Îhsanoglu Beg. Di demokrasiyê de em şahidiya rewşeke nû dikin. Em hewl didin ku lihevkirineke mezin pêk bînin. Em dixwazin dûrî şer, pêvajoyeke aşitî û aramiyê bidin destpêkirin. Ez li hizûra we hemûyan spasiya Birêz Serokê Giştî û hevalên wî dikim.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku îro ji gel gaveke gelekî girîng hat avêtin û wiha dewam kir: "Birêz kiliçdaroglu ji MHPê re dîplomat, burokrat û laweyekî hêja yê ku Tirkiyeyê gihandiye pêşniyaz kir. Ev pêjniyazî ji bo gelê me gelekî bixêr e. Ez bi awayekî eşkere dixwazim bêjim ku em ê li dora vî navî kom bibin û bixebitin."