Fatih Gazioğlu
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel 13yê hezîrana sala 2017an li Tunceliyê dest bi wezîfeyê kir. Bi xêra projeyên Walî Sonel her roj li bajêr projeyek tê amade kirin.
Ji bo kolanên bajêr qasî 9 kîlometreyan lembeyên ku motîfa laleyan li ser bûn hatin çêkirin.
Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan ji bajêr unsurên terorê paqijkirin û wiha axivî:
"Êdî li bajêr hizûr heye. Çend sal beriya vê piştî saet 19.00an tu kes nedişiya derkeve derva lê îro kesên dixwazin dikarin hetanî saet 01.00an li derva bigerin. Sûkên me vekirîne ne, parkên me bi ewle ne. Me ji bo ku şev welatiyên me rehet bigerin qasî 9 kîlometre guzergeha rê da lembe çêkirin. Bi xêra van lembeyan ra welatiyên me dikarin êdî bi şev jî derkevin derva. Me li bajêr gelek park û ciyên meşê çêkirin. Li qeraxê Çemê Munzurê jî me pilaj çêkirin. Bi saya van xebatan êdî reng û dirûvê Tunceliyê guherî."
- "Li bajêr êdî teror tune, hizûr heye"
Sonel got ku êdî li bajêr teror tune û wiha dewam kir: "Bi saya operasyonên hêzên me yên ewlehiyê êdî li bajêr tu unsurên terorê neman. Li bajêr êdî teror tune hizûr heye. Êdî kesên dixwazin dikarin hetanî saet 01.00an şev li derva bigerin. Sûkên me vekirîne ne, parkên me bi ewle ne."